Fetwayen Kurdi
Xwedê Teala ji me, çi dixwaze? Çi naxwaze?

Xwedê Teala ji me, çi dixwaze? Çi naxwaze?

Pirs: Ji kirina tiştên ku Xwedê ji me dixwaze û jê razî ye, dûrketin û nekirina tiştên ku Xwedê jê hez nake û li me qedexe kirine re çi tê gotin?

Bersiv: Helwestên ku Xwedê Teala kirin û pêkanîna wan ji me dixwaze, du beş in:

Beşa yekem: Eger Xwedê Teala bi awayekî pêdivî û bi îfadeyeke teqez kirina tiştekî ji me bixwaze, jê re tê gotin Wacib. Wacib di literatura olî de –ji bilî Henefiyan- li gorî pirê zanyarên ‘ilmê fiqhê, ji berpirsyariyên olî yên ku bi delîleke teqez û bi awayekî pêdivî divê were kirin re tê gotin. Lê belê Henefî, di du astan de; bi awayê ferz û wacib li mijarê dinihêrin.

Beşa duyem: Mendûb in. Kirin û helwestên ku bicihanîna wan hatine teşwîqkirin û kirinên ku ne bi awayekî teqez hatine daxwazkirin. Ango helwestên ku ne ferz û ne jî wacib in. Ev jî sunet û musteheb in.

Tiştên ku Xwedê Teala nekirina wan ji me dixwaze jî bi serekeyî du beş in:

Beşa yekem: Heram in. Helwestên ku Xwedê Teala bi awayekî teqez û pêdivî kirina wan li me qedexe kirine.

Beşa duyem: Mehrûh in. Helwestên ku Xwedê Teala ne bi awayekî teqez û pêdivî nekirina wan li me ferman kirine.