Fetwayen Kurdi
Ma têgehên mîna wacib, mekrûh, musteheb çawa pêk hatine?

Ma têgehên mîna wacib, mekrûh, musteheb çawa pêk hatine?

Pirs: Gelo têgehên mîna wacib-mekrûh-mendûb- mubah çawa derketine holê? Di Qur’anê de behsa wan nayê kirin. Ma em li hember wan tiştan berpirsyar in?

Bersiv: Têgehên wiha bi çêbûna ilme usûlu’l-fiqhê derketine holê. Hukmên ku di Qur’an û sunetê de derbas dibin, diyarkirina bê ka ew dikevin bin kîjan beşê -ji yên ku navê wan li jor derbas bûne-, ne karê her kesî ye, belbî karê zanyaran e. Kesên ku zanabûna wan a bikaribin tesnîfên wiha bikin tune be, di mijarên wisa de divê ku bidin pey zanyaran.