Fetwayen Kurdi
Keçeke neh salî eger ketibe cilan, ma ji aliyê olî ve dibe berpirsyar?

Keçeke neh salî eger ketibe cilan, ma ji aliyê olî ve dibe berpirsyar?

Pirs: Seyda keçeke 9 salî; aqil û balix ango dest bi dîtina xwîna xwînmehê kiribe, gelo ji berpirsyariyên dînî mesûl e? Ji ber ku ji aliyê temen ve biçûk e, min hewcedariya pirsê kir. Ango hin helwestên wan ên zaroktî hene. Gelo hûn dikarin vê yekê şîrove bikin?

Bersiv: Di dînê me ji bo çaxa mukelefbûna bi îbadetan re çaxa balixbûnê tê gotin. Ev çax jî ji bo keçan ku xwîna xwînmehê bibînin û ji bo lawan jî ku îhlitam[1] bibin.

Ji vî aliyî ve, keçeke ku gihaştibe temenê dîtina xwîna xwînmehê, çawa ku cara yekem ket cila, li hember hemî emr û fermanên dînî ji limêj, rojî û hwd. dibe berpirsyar. Ev keç, çawa ku ji xwîna xwînmehê paqij bû divê ku dest bi kirina limêjê bike. Biçûkbûna temenê wê û nîşandana helwestên zarokan nabe asteng ji bo vê yekê.

Di rewşên wisa de berpirsyariyeke mezin dikeve stûyê malbatê û bi taybetî jî dikeve stûyê dayikê. Divê ku vê rewşa nû, bi awayekî xweşik ji keça xwe re îzah bikin û wê ji mesûliyetên wê agahdar bikin. Eger îhtiyac hebe divê ku serî li pisporan bidin û ji wan alîkariyê bixwazin.



[1] Li hin herêmên Kurd lê dijîn ji bo vê yekê “Şeytan bi wan bikene” tê gotin.