Fetwayen Kurdi
Îctihad çi ye?

Îctihad çi ye?

Pirs: Îctihad çi ye?

Bersiv: Îctihad di ferhengê de bi mena hewldayin û tehemula zor û zehmetiyan e. wekî têgehekê, ku zanyarekî ‘ilmê fiqhê da ku ji delîleke şer‘î hukmekî derxe, hewl bide û di vî warî de hemî hêza xwe bikar bîne. Di vir de delîl, Qur’ana Pîroz û suneta Pêxember (s.a.w) e. Ev di huqûqa Îslamê de çavkaniyên sereke ne.

Ji kesê ku îctihadê dike re muctehid û ji hukmê şer‘î ku bûye mijar jî re muctehedun fîh tê gotin. Ji bo kesê ku dikare di hemî mijarên dînî de îctihadê bike re muctehidê mutleq, ji bo yên ku di hin mijaran de dikarin îctihadê bikin jî re muctehidê muqeyed, tê gotin. Ji zanyarên ilme fiqhê yên negihaştine asteke ku bikaribin îctihadê bikin re jî muqelid tê gotin. Lewra xebatên van kesan, bi fêhmkirina nerîna muctehidekî din û fetwadayina li gorî wê fêhmê, sînorkirî ye. Bi gelemperî girêdayî bi mezhebekî ve ne û di berhemên xwe de nerîn, mînak û riwayetên wî mezhebî berhev û tomar dikin. Muctehidên ku rêbaz û azîneyeke wan a taybet heye, divê ku Qur’ana Pîroz û hedîsên cenabê Pêxember (s.a.w) bi awayekî baş bizanibin. Ayetên bi hukman ve girêdayî ne ango divê ayatu’l-Ehkaman ji aliyê ziman û şer‘îtê ve baş bizanibe û di derbarê têgehên mîna xas, ‘am, mucmel, mufeser, nasix û mensûxê ji zanyariyên Qur’anê xwedî agahî be. Hedîsên di derbarê hukman de ne, digel ku ji aliyê ziman û şer‘îtê ve bizanibe divê ku baş bizanibe bê ev riwayet çawa hatine ragihandin. Di îctihadê de cihekî girîng ji qiyasê re heye. Da ku qiyasên şaş neyên kirin divê qiyasê têr baş bizanibe. Îmam Ebû Hanîfe (w. 150/767), Îmam Şafiî (w. 204/819), Îmam Malik (w. 179/795) û Îmam Ehmed kurê Henbel (w. 241/855) ji wan zanyarên ku hemî şertên ji bo îctihadê pêwîst in, di xwe de civandine. Muctehidên mutleq bi van zanyaran bi tenê ne sînorkirî ye. Ji bilî van zatan pir muctehidên din ên mutleq hene, lê belê ev çar zatên han ji ber ku nerînên wan ji aliyê pir zanyarên fiqhê ve hatine pejirandin, bi tevkariya wan bûne mehzeb û hebûna xwe heta roja me domandine. Îctihad, nerîn û qenaeta zanyarê fiqhê ya ku piştî lêkolîn û lêgerînên di çavkaniyên Îslamê de di mijarekê de bidest xistiye. Encama zanyar gihaştiyê dibe ku şaş be, ji vê bonê jê re zena xalib tê gotin. Ji ber vê yekê ye ku tu muctehid nikare angaşt bike ku nerîna wî teqez rast e û nerîn û îctihadên din şaş in.

Ji ber ku di çavkaniyên sereke yên şerî‘etê de ango di Qur’anê û sunetê de di derbarê her bûyereke dadî de rave û şîroveyên berfireh tune ne, lê belê di wan de azîne û rêgezên giştî û îfadeyên mutleq û teqez hene, muctehidan bi xweragirtin û spartina van rêgezên giştî û îfadeyên teqez, hukmên şer‘î yên bûyerên ku pêrgî wan hatine yan jî wan tesewir dikin, derxistine holê.

Li gorî ku Muaz kurê Cebel (w. 18/629) (x.j.q) ragihandiye, Qadisê Xwedê dema wî dişîne Yemenê jê re wiha dibêje:

-Ey Muaz! Tê bi çi biryarê bidî!

– Bi tiştê ku di kitêba Xwedê Teala de ne.

– Eger tu wê di kitêba Xwedê Teala de nebînî?

– Ez ê bi tiştê ku Qasidê Xwedê biryar daye, biryar bidim.

– Eger tu wê di biryarên Qasidê Xwedê de nebînî?

– Ez ê bi nerîna xwe îctihad bikim.

 Li ser vê yekê Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha kerem kir: “Hemd ji Xwedayê ku memûrê Qasidê xwe serfiraz dêra.”[1]

Pirsa Pêxember (s.a.w) ji Muaz kurê Cebel (x.j.q) ya di rewşa ku hukm û biryara tu lê digerî, di Qur’an û hedîsên Cenabê Pêxember de nebînî tê çi bikî, dide nîşandan ku ev herdu çavkanî di hemî bûyeran de biryareke aşkere dernaxin holê. Di dewama hedîsê de îfade dike ku tiştê divê bê kirin jî îctihad e. Ebdullah kurê Umer (x.j.q) radigihîne ku rojekê Qadisê Xwedê (s.a.w) ji ‘Emr kurê As re (x.j.q) wiha dibêje:

– Di navbera van herdu kesan de dadgerî bike.

‘Emr kurê As got:

– Di hebûna te de ez ê çawa dadgeriyê bikim?

– Got, belê.

– Pirsî, li gorî çi ez biryarê bidim?

-(Pêxember got:) Li gorî nerîn û îctihada xwe, eger tu îctihadê bikî û rastiyê bibînî ji te re deh xêr hene, an jî tu xeletiyê bikî ji te re xêrek heye.[2]

Zanyarên Îslamê ji îfadeya Pêxember (s.a.w) kesê di îctihada xwe de şaşiyê bike jê re xêr heye, cesaret girtine. Bi vî awayî di biwara kirina îctihadê de li hember bûyerên ku nû derdikevin, dê tu tirs û tirsonekî li ser wan çênebe.



[1] Ebû Dawûd, Aqdiye 11; Şemsuddîn es-Seraxsî, el-Mebsût, XVI, 76.

[2] Şemsuddîn es-Seraxsî, el-Mebsût, XVI, 76.