Fetwayen Kurdi
Tiştên ehliyeta meriv ya edayê ji holê radikin çi ne?

Tiştên ehliyeta meriv ya edayê ji holê radikin çi ne?

Pirs: Tiştên ku ehliyeta edayê ji holê radikin çi ne? Kesê ku nexweşê kronîk psikiyatrik a giran be û nexweşê derûnî gelo ehliyeta wî ya edayê heye?

Bersiv: Ehliyet, di ferhengê bi mena “kêrhatinê” ye. Ev, di termînolojiya ‘ilmê fiqhê de bi bal du celeban tê dabeşkirin:

Ehliyeta Wucûbê: Bi mena ku meriv bibe xwediyê mafan û bikaribe deynan bigire. Bingeha vê celebê ehliyetê jî hebûna meriv li jiyanê wê pêk tîne. Ji vê bonê ye ku ehliyeta wucûbê, ji her merivî re ji dema ku jiyan dest pê dike heta jiyan bi dawî bibe, heye. Bê ku li taybetmendiyên meriv ji temen û ji melekeyên însên ên eqlî bê nerîn, hebûna vê ehliyetê ji her însanî re tê pejirandin.

Ehliyeta Edayê: Meriv bikaribe kirinên ku ji aliyê zagonî ve muteber tên jimartin, derxe holê. Bingeha vê ehliyetê jî ne mîna ehliyeta wucûbê ku taybetmendiya xwe ji jiyanê digirt; belbî esas û bingehê wê xwe dide ser hêz û qaweta hebûna temyîzê ango jihevqetandinê. Di vê rewşê de cenînê ku di nava diya xwe de ye û zarokê negihaştiye temenê –heft salan – temyîzê ji bo wan ehliyeta edayê ne mewzûbehs e.

Rewşên ku qada ehliyetê teng dikin an jî ehliyetê ji holê radikin ev in:

Dînîtî: Rewşeke ku aqlê meriv an jî şiyana temyîzê tune dike. Tu bandoreke vê rewşê li ser ehliyeta wucûbê tune ye. Lê belê ehliyeta edayê ji holê radike. Îbadet li ser van kesan, ne wacib e û teserufatên wan jî ji aliyê zagonî ve, ne muteber in.

Ji xeyrî vê, rewşên ku qada ehliyetê teng dikin an jî ehliyetê ji holê radikin; ‘eteh (kesên aqilsivik), sefih (kesên di xerckirinên xwe de bêtedbîr in), sekr (serxweşbûn) û îkrah (meriv gefan li yekî bixwe da ku tiştekî ku bi kirina wê ne mukelef e meriv bi zorê pê bide kirin.)[1]

Nexweşên derûnî û nexweşên kronîk psikiyatrik, eger vê nexweşiya xwe bi awayê nobetê derbas bikin, di esnayê nobetê de ji ehliyeta edayê mehrûm in. Di demên xwe yên din de jî mîna hemî însanan xwediyê ehliyeta tam in. Lê belê eger her gav di vê rewşê de bin, ji ehliyeta edayê mehrûm tên jimartin.



[1] Zekiyyuddîn Şa’ban, İslam Hukuk İlminin Esasları, Usûlü’l-Fıkh, Wergêr: İbrahim Kafi Dönmez, Weşanên Weqfa Dîyanetê, Enqere 1996, rp. 295-306.