Fetwayen Kurdi
Biryarên Pêxember (s.a.w) ên ku bi wesfê serokê dewletê dane

Biryarên Pêxember (s.a.w) ên ku bi wesfê serokê dewletê dane

Pirs: Çawa ku Pêxemberê me (s.a.w) Qasidê Xwedê Teala bû, her wiha ew serokê dewletê jî bû. Gelo mahiyeta ferman û qedexeyên wî yên ku ji bo tevgera dewletê dida û yên ku bi sedem pêxember bû dida mîna hev in? Ango hukmên ku bi wesfê serokantiyê dida, dibin mijar ji bo dîn?

Bersiv: Resûlullah, bi mena Qasidê Xwedê ye. Wî, ayet û nîşanên ku ji Xwedê digirtin bi wesfê Qasidtiyê teblîxî mirovan dikir. Di heman wextê de wî, di her mijarê de ji wan ayetan hukum derdixistin. Ew hukum ji mirovan re digotin û ew tetbîq dikirin. Ev tişt di Qur’anê de bi awayê “hikmet” yani biryar û hukmê rast derbas dibe. Hem hînkirin hem jî tetbîqkirina hikmetê wezîfa wî bû. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Da ku Em qenciyên xwe li ser we temam bikin[1], Me ji nav we ji bo we qasidek şand. Ew, ayetên Me ji we re dixwîne, we paqij dike, we hînî Qur’an û hikmetê dike û we fêrî tiştê ku hûn pê nizanin dike.”[2]

Dema Pêxember (s.a.w) ji Qur’anê hukum derdixistin dibû ku hin şaşîtî bikirana. Mîna di têkilatiyên wî yên bi jinên wî re (Tehrîm, 66/6), di tetbîqa wî ya bi dîlên herbê re (Enfal, 8/67-68), dema destûr dabû munafiqan (Tewbe, 9/43) û helwestên wî yên li hember hin muslumanan (‘Ebese, 80/1-10) hin şaşîtî kiribûn, Xwedê Teala îtab lê kiribû û ew hişyar kiribû. Bi vî awayî Xwedê Teala şaşîtiyên wî sererast dikirin, da ku bide nîşandan ku ew ne Xweda ye.

Qur’an, pirtûkeke îlahî ye ku di xwe ayetên jê re hatine hinartin digire. Hikmetên ku Pêxember (s.a.w) ji Qur’anê derxistine jî suneta wî pêk tîne. Sererastkirina şaşîtiyên ku hatine kirin jî dide nîşandan ku suneta Pêxember (s.a.w) ji aliyê Xwedê ve hatiye pejirandin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Dema Xwedê û Qasidê Wî li ser tiştekî biryar dan, ji bo tu mêr û jineke bawermend maf tune ye ku di karên xwe de li rêyeke din bigerin. Kî li hember Xwedê û Qasidê Wî derkeve, êdî birastî wî bi rewşeke aşîkar rê şaş kiriye.”[3]

Na, sond bi Perwerdegarê te, ew heta ku di lecên nav xwe de te nekin hekem û paşê ji hukmê te daye re jî tu tengezariyekê di dilê xwe de nebînin û ji bo wê biryara te daye jidil xwe berdest nekin, wan bawerî neaniye.”[4]

Di encamê de di kîjan mijarê de be bila bibe tetbîq û biryarên wî, ji bo muslumanan zerûrî ne û divê bên peyitandin.

Dr. Fatih Orum



[1] Tîpa كَ a ku di serê vê ayetê de derbas dibe, bi lêkera لأُتِمَّ ya ku di ayeta pêş de derbas dibe ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê me ayet wiha “Da ku Em qenciyên xwe li ser we temam bikin” wergerand.

[2] Beqere, 2/151.

[3] Ehzab, 33/36.

[4] Nîsa, 4/65.