Fetwayen Kurdi
Kesên ayetên Xwedê Teala li gorî îctihadên xwe şîrove dikin

Kesên ayetên Xwedê Teala li gorî îctihadên xwe şîrove dikin

Pirs: Li gorî Qur’ana Pîroz, kesên ayetên Xwedê Teala li gorî îctihadên xwe şîrove bikin, çawa tên nirxandin?

Bersiv: Ayetên 1’em û 2’yem ji sûreyê Hûd mealen wiha ne:

Elîf. Lam. Ra. Ev kitêbeke wisa ye ku ayetên wê ji aliyê Xwedayê Hekîm ê Xebîr ve muhkem hatiye dêrandin û piştre hatiye tefsîlkirin.

Da ku hûn ji bilî Xwedê îbadetê ji tiştekî din re nekin. (Bibêje:) Bêguman ez ji aliyê Xwedê ve ji bo we mizgînber û hişyarker im.”[1]

Mîna ku tê dîtin rave û şîrovekirina Qur’anê, Xwedê bi xwe girtiye ser xwe. Ayetên 16’mîn û 19’mîn ji sûreyê Qiyamet jî divê bi vî awayî bên fêhmê. Erka me jî ew e ku em cehd û xebatê bikin da ku em rave û şîroveyên Xwedê Teala bibînin. Hereketa îctihadê, encax di vê astê de dibe mewzûbehs.

Di kar û xebata xwe ya îctihadê de dema em ji vê xalê hereket bikin, da ku em xwe bigihînin rave û şîroveyên Xwedên Teala, ji ber ku em însan in dibe em şaşiyan bikin û ew uzur tê dîtin. Hereket û çalakiya îctihadê, eger ne bi mebesta tesbîta rave û şîroveyên Xwedê Teala bin, belbî bi mebesta pêkanîna çareseriya angaştên ku di Qur’anê de derbas nabin, wê demê dê pir şari‘ derkevin holê. Di wê rewşê em ê bibin dîndarên dînî ku hatiye çêkirin û em ê nebin peyrewên dînê ku hatiye hinartin.

Di derbarê şîrovekirina Qur’anê de di lînka jêr de agahiyên berfireh hene. Em tewsiye dikin ku hûn bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kurani-aciklamada-usul.html

Dr. Fatih Orum



[1] Hûd, 11/1-2.