Tebyîna Pêxember ya Qur’anê ma ne ravekirina wê ye?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Usûlu'l-Fiqih Tarih: 18 Kasım 2014

Pirs: Eger Pêxember (s.a.w) Qur’ana Pîroz rave nekiribe, wê demê sunet çawa pêk hatiye? Di meha Remezanê ya çûyî de di televîzyona Hilalê de hûn beşdarî bernameyekê bûbûn. Di derbarê erk û wezîfeya Pêxemberê me (s.a.w) de we hin îfade anîbûn ser zimên. Di derheqê bêjeya “tebyîn”ê de rexneyek hatiye kirin û ferhenga Lîsanu’l-Ereb wekî çavkanî hatiye nîşandan û hatiye gotin ku du wate ji bo vê bêjeyê hene. Ev jî “kifşkirin” û “kifşbûn” e. Di rewşa yekem de lêker gerguhêz e û bi vê sedemê bireser dixwaze, ya duyem jî negerguhêz e. Ji ber ku lêkera “tubeyyînû” bireser girtiye mena yekem derbas dibe. Min nikaribû bersiva van pirsan bidana. Ango ez hizirîm ku wateya bêjeyan di hevokê de li gorî bêjeya pêş û paş diguhere. Gelo hûn van pirsan çawa dibersivînin?

Bersiv: Bersiva rexneya ku we behsa wê kir, me berê di malpera xwe de bersiva wê dabû:

http://www.suleymaniyevakfi.org/elestiriler/bayindir-dogru-mu-soyluyors.html

Qur’an kitêbeke bi zimanê Erebî ye. Xwedê Teala di pir cihan de bal kişandiye ser vê babetê. Ji ber vê yekê ji bo têgihîştin û fêhmkirina wê, divê meriv rêziman û qaydeyên zimanê Erebî li ber çavan bigire. Lê belê, çi musteleh û têgeha ku di Qur’anê de derbas dibe, di serî de divê ku meriv hewl bide ku mena wê ji Qur’anê bi xwe derxe. Eger em ji mînaka xwe dest pê bikin, gelo bêjeya tebyînê bi kîjan wateyê hatiye bikaranîn?

Ji bo vê yekê, cihên ku bêje digel muşteqên xwe tê de derbas dibin divê bên tesbîtkirin û hewl bê dayin ku çarçoveya wateya wê bê tayînkirin. Ev, asta yekem e. Di asta duyem de bêjeyên ji aliyê wateyê ve nêzî wê ne, divê ku meriv li wan bigere. Divê li ser eleqe û têkilatiya musteleh û têgeha yekem bi yên din re lêkolîn bê kirin, li ser rewşa gelo tu têkilatiyeke ku bandorê li wateya mustelehê ku em li ser dixebitin, heye yan na, bê rawestin. wekî mînak di tesbîtkirina çarçoveya mena bêjeya tebyînê de resûl, nebî, îtaet, teblîx, tefsîl, tasrif û hwd. divê meriv têkilatiya wan bi bêjeya tebyînê re derxe holê. Digel kirina van tiştan hemiyan, bikaranînên ku ji aliyê Qur’anê ve jî hatibin pejirandin, divê meriv qayde û rêzimanê Erebî jî li ber çavan bigire û wan paşçav neke. Dema meriv dest bi tesbîtkirina çarçoveya wateyê kir, di sînorê mentiqê de digel ku meriv Qur’anê bi giştî li ber çavan bigire, bêjeya ku xebat li ser tê kirin meriv dê hewl bide wê tarîf bike. Testkirina tarîfa ku derketiye holê jî bi pirxwendina ayetên ku bêje di wan de derbas dibe, tê kirin. Tarîfa ku derketiye holê, eger bi ayetan re mutefiq be, tarîfeke rast û serkeftî tê qebûlkirin. Mîna ku dê were dîtin, kitêba ku zimanê wê Erebî ye ji bo watedayina bêjeyeke wê, sirf meriv serî li ferhengan bide yan jî serî li rêziman bide, ne kafî ye. Rêziman û ferheng navgîn in. Ne çavkanî û xwediyê gotina dawî ne. Bêjeya tebyînê, dema ew û muşteqên xwe digel mustelehên din ji Qur’anê bên telhîlkirin, bi wateya -ji aliyê Xwedê Teala ve- “ravekirin, bi awayekî zelal derxe holê” tê. Xwedê Teala ayetên xwe rave û tefsîl kirine, di encamê de kitêbeke ronker (kitêba mubîn) derketiye holê. Di rewşa ku ev bêje ji bo pêxemberan û însanên din were bikaranîn, tê mena kitêba ku ew bi xwe ronker û zelal e “wê bi xwe derxin holê.” Ji vî aliyî ve tebyîn, erkeke ku ji pêxember û mirovan re hatiye dayin. Ji vê bonê ye ku ev bêje, ji bo mirovan bi wateya dijberi “veşartin”, “xefkirin” tê bikaranîn. Şîrovekirina bi berfirehî di malpera me de di bin sernavê tebyinê de heye.

http://www.suleymaniyevakfi.org/kuran-arastirmalari/kurana-gore-resulullahin-tebyn-gorevinin-anlami.html

Eger em werin mijara suneta Qasidê Xwedê Teala: Ev, derxistina hikmetê ye. Raveyên ku Qur’an wan di xwe de digire, tefsîlat û ehkamên ango hikmetên ku piştî hin cehd û xebatan derketine holê. Qasidê Xwedê, hikmet daye fêr kirin. Ango Wî bi xwe hikmet derxistiye û rêya wê fêrî însanan kiriye. Agahiyên berfireh di derbarê mijarê de di malpera me de di beşa “Kitap ve Hikmet”ê de hene. Ji kerema xwe re bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/kutsanan-gelenek-ve-kuran/kitap-ve-hikmet.html

Dr. Fatih Orum

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Hukmê kesên fasiq çi ye? 18.11.14 1.025
2 Ma di Îslamê de borîna demê heye? Eger hebe jî dema wê çiqas e? 18.11.14 972
3 Ma hemî helwestên Pêxemberê me ji me re sunet in? 18.11.14 1.020
4 Biryarên Pêxember (s.a.w) ên ku bi wesfê serokê dewletê dane 18.11.14 1.052
5 Seddî zerayi‘ çi ye? 18.11.14 973
6 Da ku meriv Qur’anê baştir fêhm bike, ma ilmê mentiqê ji meriv dibe alîkar? 18.11.14 895
7 Xwedê Teala ji me, çi dixwaze? Çi naxwaze? 18.11.14 876
8 Di têgihîştina mena Qur’anê de, gelo ferhengên zimanê Erebî çiqas ewle ne? 18.11.14 1.130
9 Ferz çi ye û cureyên wê çi ne? 18.11.14 942
10 Kesên ayetên Xwedê Teala li gorî îctihadên xwe şîrove dikin 18.11.14 998
11 Helal çi ye? Ma hûn dikarin tarîf bikin? 18.11.14 1.010
12 Gelo erk û wezîfa Pêxember ya ravekirina Qur’anê heye an tune ye? 18.11.14 1.008
13 Heram çi ye û cureyên wê çi ne? 18.11.14 1.226
14 Tebyîna Pêxember ya Qur’anê ma ne ravekirina wê ye? 18.11.14 1.065
15 Ma têgehên mîna wacib, mekrûh, musteheb çawa pêk hatine? 18.11.14 937
16 Eger her kes bikaribe xwe bigihîne hikmetê, wê demê ma çi hewcedarî bi pêxemberan dimîne? 18.11.14 984
17 Aqil çi ye? 18.11.14 928
18 Ma Pêxmeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hukum nedaye? 18.11.14 1.060
19 Keçeke neh salî eger ketibe cilan, ma ji aliyê olî ve dibe berpirsyar? 18.11.14 976
20 Di serdema pêşîn de ji bo têgihîştina mena Qur’anê, ma karê komxebatê dihate kirin? 18.11.14 985
21 Îctihad çi ye? 18.11.14 975
22 Tiştên ku di Qur’anê de hatine qedexekirin, gelo ‘illetê wan li gorî çi tên tesbîtkirin? 18.11.14 1.074
23 Tiştên ehliyeta meriv ya edayê ji holê radikin çi ne? 18.11.14 955
24 Ma Henefiyan, dema seferê/rêwîtiyê bi qiyaseke çawa diyar kirine? 18.11.14 1.026
25 Gelo rewşa kesên şizofren ji aliyê berpirsyariyê ve çi ye? 18.11.14 973