Fetwayen Kurdi
Eger her kes bikaribe xwe bigihîne hikmetê, wê demê ma çi hewcedarî bi pêxemberan dimîne?

Eger her kes bikaribe xwe bigihîne hikmetê, wê demê ma çi hewcedarî bi pêxemberan dimîne?

Pirs: Seyda, ez bi taybetî jî gotina we ya “Qur’an û sunet beşên parçeyekî ne.” bi bîra hevalên xwe dixim. Ango ez dibêjin “Hemî tiştên Pêxemberê me kiriye û gotiye, di Qur’anê de hene.” Ew jî dibêjin “Eger em jî bikaribin wan tiştan bibînin, wê gavê pêxember çima hatiye afirandin?” Divê em vê çawa bibersivînin?

Bersiv: Digel erka pêxemberan ya teblixkirinê, erka wan a ku ji kitêka îlahî hukman derxin jî heye. Ev, karekî pir bi zor û zehmet e. Pêxember vê erkê hem bicih tînin û hem jî fêrî mirovan dikin. Pêxemberê me jî ji Qur’anê hukum derxistine û hînî hevalên xwe jî kiriye. Bi vî awayê xwe, ew ji me re mînak e.

Şayed eger pêxember nehatibana şandin, di mijara gihaştina hikmetê de mirovan dê nikaribana xwe zû bizû bigihandanayê. Di xwezayê de her tişt hene; lê belê kifşkirin û berhevkirina wan û di encamê de çêkirin û afirandina teknolojiyekê ked û xebatê dixwaze. Wekî din jî pêwîstî bi mirovên pispor û yên ku vê ji xwe re bikin erk û wezîfe heye. Eger her yekî bixwesta ku kompîtura bi xwe çêbikirina pêşketin dê ewqas zû çênebûna.

Ji bo agahiyên befirehtir di derbarê têkilatiya sunet û hikmetê de ji kerema xwe re serî li lînkên jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/kutsanan-gelenek-ve-kuran/kitap-ve-hikmet.html

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/sunnet-hikmet-iliskisini-aciklar-misiniz.html

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/hikmet-nedir-peygamber-olmayanlara-hikmet-verilir-mi.html