Fetwayen Kurdi
Ma Pêxmeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hukum nedaye?

Ma Pêxmeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hukum nedaye?

Pirs: Hûn dibêjin ku “Heta ku Xwedê Teala ayetên Qur’anê temam neke, pêxember hukum û biryarekê ji wan dernaxe.” Di vî halî de ma rewşeke xerîb dernakeve holê. Ew jî Pêxember (s.a.w) di 23 salan de bê ku tu hukum û biryarekê bide, pêxemberî kiriye?

Bersiv: Di ayeta 114’an de ji sûreyê Ta-Ha Xwedê Teala radigihîne Qasidê xwe ku heta pêvajoya hinartina wehyê temam nebe, di hukum û biryardayina bi Qur’anê de lez meke. Lê mebest ji pêvajoya hinartina wehyê ne temamê Qur’anê ye, belbî heta hinartina ayetên bi wê mijarê re têkildar in temam bibe. Lewra Qur’an, kitêbeke ku ji komên menayan pêk tê. Piştî di mijarekê de komek ji menayan temam bû êdî hukum û biryar tê dayin. Tiştê ku ji Qadisê Xwedê dihate xwestin ev bû. Ayetên 16-19’an ji sûreyê Qiyamet û ayeta 106’an ji sûreyê Îsrayê jî divê bi vî çavî bên nirxandin.

Hin ayet, mijarekê bi awayekî kifş û zelal vedibêjin. Ev hukmê zelal, di heman wextê de tê tetbîqkirin. Lê belê, dibe ku di wê ayetê de hin hukmên ku bi temamî nayên fêhmê hebin. Ew hukum jî encax bi temambûna ayetên têkildar ên din re zelal û net dibin. Tiştê ku li Pêxemberê me (s.a.w) hatiye fermankirin, ku li benda wê pêkhatinê be. Ne ku jê hatiye xwestin heta hinartina ayeta dawîn ji Qur’anê temam bibe -23 salan- tu hukmekî nede.

Dr. Fatih Orum