Tiştên ku di Qur’anê de hatine qedexekirin, gelo ‘illetê wan li gorî çi tên tesbîtkirin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Usûlu'l-Fiqih Tarih: 18 Kasım 2014

Pirs: Qedexeyên di Qur’anê de ne, gelo digel ‘iletên xwe bi hev re ji aliyê Xwedê Teala ve hatine diyarkirin û qedexekirin. Mîna qedexebûna vexwarina tiştên ku serxweşiyê çêdikin, gelo bi diyarkirina ‘iletê wê yan jî bi qiyasê hatine tesbîtkirin û qedexekirin?

Bersiv: Ji bilî tiştên ku sirf ji bo ceribandin û îmtihankirinê ne, nayê tesewirkirin ku ferman û qedexeyên Xwedê Teala, bê sebeb bin. Lê belê, divê ‘ilet û hikmet bi hev neyên şaşkirin. Di Qur’anê de xemr, ango her tiştê dema bê xwarin, vexwarin an jî bê bikaranîn meriv serxweş bike, hatiye qedexekirin. ‘Iletê wê, mîna ku ji navê wê jî tê fêhmê, ji ber ku aqlê meriv dinixumîne ango bi sedem ku serxweşiyê çêdike.

Di vê rewşê de xemr, dibe qedexeyeke ku ‘iletê wê ji aliyê Şari‘ (Xwedê Teala) ve hatiye diyarkirin û ev qedexe hemî madeyên ku meriv pê serxweş dibe, di xwe de digire.

Hikmetê qedexebûna tiştên ku meriv bi wan serxweş dibe jî bi sedem ku karên nebaş ên şeytan in, neyartiyê dixin navbera mirovan û dibin asteng ji bo bîranîna Xwedê Teala.

‘Iletê herambûna faîzê jî ku meriv ji deynekî karekê bidest bixe û hemî karên bi vî awayî jî dibin faîz. Hikmetê qedexebûnê jî ji ber ku dibe sedem bo tengasî û qeyranên aborî û her wiha dibe sedem ji bo pêkhatina pergala kedxwarinê û hwd.

Aliyê herî girîng ji pirsa we; pêdiviya ku divê ‘iletê qedexeyan bi awayekî xweşik û rind bê tesbîtkirin. Ev ‘ilet jî bi awayekî teqez divê ku ji Qur’anê bê tesbîtkirin. Piştî tesbîta ‘iletê, mijara gelo çi dikeve bin vê yan nekevê, êdî ev dibe mijareke îctihadî. Xeletî û şaşiyên ku di vê astê de bên kirin, tên bexşandin. Encax meriv tesbîta ‘iletê bi xwe bi îctihadê bike, ev nayê qebûlkirin. Lewra ev nabe xeletî, belbî dibe zêdegavî û derbaskirina sînor.

Dr. Fatih Orum

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Da ku meriv Qur’anê baştir fêhm bike, ma ilmê mentiqê ji meriv dibe alîkar? 18.11.14 1.062
2 Xwedê Teala ji me, çi dixwaze? Çi naxwaze? 18.11.14 1.033
3 Di têgihîştina mena Qur’anê de, gelo ferhengên zimanê Erebî çiqas ewle ne? 18.11.14 1.381
4 Ferz çi ye û cureyên wê çi ne? 18.11.14 1.153
5 Kesên ayetên Xwedê Teala li gorî îctihadên xwe şîrove dikin 18.11.14 1.205
6 Helal çi ye? Ma hûn dikarin tarîf bikin? 18.11.14 1.195
7 Gelo erk û wezîfa Pêxember ya ravekirina Qur’anê heye an tune ye? 18.11.14 1.173
8 Heram çi ye û cureyên wê çi ne? 18.11.14 1.398
9 Tebyîna Pêxember ya Qur’anê ma ne ravekirina wê ye? 18.11.14 1.302
10 Ma têgehên mîna wacib, mekrûh, musteheb çawa pêk hatine? 18.11.14 1.136
11 Eger her kes bikaribe xwe bigihîne hikmetê, wê demê ma çi hewcedarî bi pêxemberan dimîne? 18.11.14 1.168
12 Aqil çi ye? 18.11.14 1.080
13 Ma Pêxmeberê me heta ku ayeta dawî daket, wî ji Qur’anê hukum nedaye? 18.11.14 1.234
14 Keçeke neh salî eger ketibe cilan, ma ji aliyê olî ve dibe berpirsyar? 18.11.14 1.146
15 Di serdema pêşîn de ji bo têgihîştina mena Qur’anê, ma karê komxebatê dihate kirin? 18.11.14 1.121
16 Îctihad çi ye? 18.11.14 1.200
17 Tiştên ku di Qur’anê de hatine qedexekirin, gelo ‘illetê wan li gorî çi tên tesbîtkirin? 18.11.14 1.237
18 Tiştên ehliyeta meriv ya edayê ji holê radikin çi ne? 18.11.14 1.148
19 Ma Henefiyan, dema seferê/rêwîtiyê bi qiyaseke çawa diyar kirine? 18.11.14 1.211
20 Gelo rewşa kesên şizofren ji aliyê berpirsyariyê ve çi ye? 18.11.14 1.134
21 Hukmê kesên fasiq çi ye? 18.11.14 1.241
22 Ma di Îslamê de borîna demê heye? Eger hebe jî dema wê çiqas e? 18.11.14 1.153
23 Ma hemî helwestên Pêxemberê me ji me re sunet in? 18.11.14 1.217
24 Biryarên Pêxember (s.a.w) ên ku bi wesfê serokê dewletê dane 18.11.14 1.248
25 Seddî zerayi‘ çi ye? 18.11.14 1.133