Fetwayen Kurdi
Ma Henefiyan, dema seferê/rêwîtiyê bi qiyaseke çawa diyar kirine?

Ma Henefiyan, dema seferê/rêwîtiyê bi qiyaseke çawa diyar kirine?

Pirs: Di berhemên mezhebê Henefî de dema behsa hukmên rêwîtiyê tê kirin, tê gotin ku rêwîtiyên ji 15 rojan kêmtir didomin hukmê seferîtiyê li ser tê tetbîqkirin. Di bersiva pirsa çima 15 roj jî wiha tê şîrovekirin, “ji bo jinan dema paqijiyê ya di navbera du xwînmehan de herî kêm 15 roj in.” Mîna ku çawa pîrek di navbera du xwînmehan de herî kêm divê 15 rojan bi bal îbadetên xwe ve vegere, ên rêwî jî di roja xwe ya 15’an de divê vegerin bi bal rewşa xwe ya normal. Ev qiyaseke çawa ye, hûn dikarin şîrove bikin?

Bersiv: Henefî dibêjin mijarên ku ji celebên teqdîratan bin û di derbarê wan de tu nes ji ayet û hedîsan tune bin, meriv nikare bi re’yê (nerînê) hukum bide. Mîna meriv nikare bibêje “Kesê jineke tacîz kiribe û pê re zina nekiribe, bi qiysasa li ser hedê zinayê em ê 50 darî lêdin.” Digel vê jî Henefî dibêjin mijarên ku ji cureyê teqdîratan e û sînorê wan ê jor û jêr xuya ye, di navbera pîvanên jor û jêr de meriv dikare bi re’yê hukum bide. Mîna eger temenê balixbûnê di navbera 10 û 20’an de be, di pîvanên di navbera van de li gorî însanan meriv dikare hukum bide.[1]

Sînorkirina dema rêwîtiyê bi 15 rojan bi qiyasa li ser dema herî kêm di navbera du xwînmehan 15 roj in[2], di esas û bingeha xwe de li gorî nerîna Henefiyan ya qiyasê, ne qiyaseke rast û durist e. Bêimkaniya ku bi qiyaseke wiha ji serî ve hukum pê were dayin, şîrovekerê pirtûka el-Hidaye Kemaleddîn Îbnu’l-Humam aniye ser ziman. Û bal kişandiye ser rola ku qiyaseke wisa di teyidkirina hukmekî ku bi riwayetê sabit bûbe heye.[3]

Ango li gorî Henefiyan dema rêwîtiyê ne bi qiyasa li ser dema paqijiya rojên jinan, belbî li gorî riwayeteke angaşt dikin ku di vê mijarê de heye, hatiye tesbîtkirin; qiyasê jî wekî destek û delîleke duyem bikar anîne.

Dr. Fatih Orum



[1] Seraxsî, Usûl, II, 112-112.

[2] el-Hidaye, I, 81; Şerhû Fethi’l-Qedîr, II, 35.

[3] Bnh. Îbnu’l-Humam, Şerhû Fethi’l-Qedîr, II, 35.