Fetwayen Kurdi
Ma rêwî û nexweşên ku nikarin rojiyê bigirin jî dê fitrên xwe bidin?

Ma rêwî û nexweşên ku nikarin rojiyê bigirin jî dê fitrên xwe bidin?

Pirs: Hûn dibêjin ku kesên dikarin rojiyê bigirin divê sedeqeya fitreyê bidin. Di vê rewşê de rêwî û nexweşên ku ruxseta negirtina rojiyê bo wan heye, gelo dê sedeqeya fitreyê bidin an na?

Bersiv: Kesên rêwî û nexweş jî ji rojîgirtinê berpirsyar in. Ango girtina rojiyê li ser wan jî ferz e, lê belê ji ber uzrê wan ruxseta negirtina rojiyê bo wan hatiye dayin. Lewra ji sûreyê Beqere di dawiya ayeta ku ruxseta fitariyê dide wan, wiha derbas dibe: “Eger we bizaniba, rojîgirtin ji were bi xêrtir e[1]. Ji ber vê yekê sedeqeya fitreyê li ser wan jî ferz e.



[1] Beqere, 2/184.