Fetwayen Kurdi
Dema em fitrê derdixin, divê em wê çawa hesab bikin?

Dema em fitrê derdixin, divê em wê çawa hesab bikin?

Pirs: Ez li Elmanyayê dijîm. Dema ez fitreyê bidim, ez çawa hesab bikim? Ango divê ez çiqas fitre bidim?

Bersiv: Di fitreyê de esas, kesên li derdora we ne ji jar û feqîran. Xwarina wan a rojekê hesab bikin û li gorî wê fitreya  xwe derxin. Ango li Elmanyayê li herêma ku hûn lê dijîn, mirovekî ku neçar –bê derfet û îmkan- mabe bi çiqasî ji xwarinê têr dibe, wê hesab bikin. Hesabê ku derket holê sînorê herî jêr e, hûn jî di ser wî sînorî de li gorî derfeta xwe, çiqasî bixwazin hûn dikarin bidin.