Fetwayen Kurdi
Ma meriv dikare fitra xwe bide weqf û komeleyên ku xizmetên olî dikin?

Ma meriv dikare fitra xwe bide weqf û komeleyên ku xizmetên olî dikin?

Pirs: Gelo em dikarin fitreyên xwe bidin weqf û komeleyên ku xizmetên olî dikin, da ku ew jî hewcedariyên xwe pêk bînin?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike.

Di rojên bi jimar de…Di wan rojan de kî ji we nexweş yan jî di rêwîtiyê de be bila biqasî jimara wan rojên borî di rojên din de bigire. Yên ku qaweta wan ji rojîgirtinê re heye li ser wan fidyeya xureka jarekî heye. Kî bêhtir bide, ew ji bo wî çêtir e. Eger we bizaniba, rojîgirtin ji were bi xêrtir e.[1]

Ji Qasidê Xwedê Teala jî di vê babetê de wiha hatiye ragihandin: “Qasidê Xwedê fitre ferz kiriye, da ku yê rojî digire ji kirinên nexweş û kirêt paqij bike û da ku ji yên hewcedar re jî bibe pariyek xwarin.”[2]

Sedeqeya fitrê, mîna ku di ayet û hedîsê bi awayekî zelal tê dîtin, xwarina bi qasî “têrkirina jarekî” ye. Ji vî aliyî ve, ne munasib e ku meriv fitreya  xwe bide weqf û komeleyan, da ku hewcedariyên xwe pêk bînin. Belbî, divê bi xwe ji jar û miskînan re bê dayin. Encax ew weqf û komele, eger firteyên ku kom dikin ji dêla ku di hewcedariyên xwe de xerc bikin, bigihînin kesên feqîr û miskîn, wê demê hûn dikarin fitreyên xwe bidin wan.



[1] Beqere, 2/184.

[2] Ebû Dawûd, Zekat, 17; Îbn Mace, Zekat, 21.