Fetwayen Kurdi
Gelo fitre ji pertalên ticaretê jî tê dayin?

Gelo fitre ji pertalên ticaretê jî tê dayin?

Pirs: Fitre bi gelemperî bi peretî tê dayin. Gelo ji pertalan jî tê dayin? Mîna ez durûnker im, ez dikarim ji kesê hewcedar re cil û bergan bidirûm?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike.

“Di rojên bi jimar de…Di wan rojan de kî ji we nexweş yan jî di rêwîtiyê de be bila biqasî jimara wan rojên borî di rojên din de bigire. Yên ku qaweta wan ji rojîgirtinê re heye li ser wan fidyeya xureka jarekî heye. Kî bêhtir bide, ew ji bo wî çêtir e. Eger we bizaniba, rojîgirtin ji were bi xêrtir e.[1]

Ji Qasidê Xwedê Teala jî di vê babetê de wiha hatiye ragihandin: “Qasidê Xwedê fitre ferz kiriye, da ku ê rojî digire ji kirinên nexweş û kirêt paqij bike û da ku ji yên hewcedar re jî bibe pariyek xwarin.”[2]

Mîna ku di ayet û hedîsê de bi awayekî zelal tê dîtin, xwarina bi qasî “têrkirina jarekî” ye. Ev jî divê ya bi xwarinî yan jî pereyê ku bikaribe pê xwarinê bikire, bê dayin. Lê belê, eger hûn bi dayina zekatê berpirsyar bin, hûn dikarin ji cureyê malê ku di destê we de ye ango ji qumaş û ji cil bergan zekata xwe bidin.



[1] Beqere, 2/184.

[2] Ebû Dawûd, Zekat, 17; Îbn Mace, Zekat, 21.