Fetwayen Kurdi
Ma divê em sedeqeya fitrê li çend kesan belav bikin?

Ma divê em sedeqeya fitrê li çend kesan belav bikin?

Pirs: Sedeqeya fitreyê ya ku em di meha Remezanê de didin, gelo em dikarin li sê-çar feqîran belav bikin?

Bersiv: Xwedê Teala di derbarê sedeqeya fitreyê di Qur’ana pîroz de wiha ferman dike:

“…Di wan rojan de kî ji we nexweş yan jî di rêwîtiyê de be bila biqasî jimara wan rojên borî di rojên din de bigire. Yên ku qaweta wan ji rojîgirtinê re heye li ser wan fidyeya xureka jarekî heye. Kî bêhtir bide, ew ji bo wî çêtir e. Eger we bizaniba, rojî girtin ji were bi xêrtir e.[1]

Tiştê ku di Qur’ana Pîroz de hatiye fermankirin, “têrkirina miskînekî (jarekî) ye.” Eger sedeqeya fitreyê li çend kesan bê parvekirin, tu kes ji wan têr naxwe. Lewra wekî ku derbas bû, miqdarê wê “têrkirina miskînekî” ye. Ji ber vê yekê divê mirov sedeqeya xwe nede çend kesan, belbî bide yekî bi tenê.



[1] Beqere, 2/184.