Fetwayen Kurdi
Kesê ne balix, ma divê ku nezra xwe bîne cih?

Kesê ne balix, ma divê ku nezra xwe bîne cih?

Pirs: Seyda, ji bo du tiştan, ji bo her yekî min soza heyvek rojî dabû. Ya yekem, berî ku ez balix bibim min dabû û daxwaziya min hate cî. Ma divê ku ez wê rojîyê bigirim? Ya duyem, min gotibû ku ez dibistana Anatolyayê qezenc bikim ez ê heyvek rojî bigirim. Lê belê min dibistaneke din qezenc kir. Ma ji bo vê jî hewce ye ku ez rojî bigirim an na?

Bersiv: Weke hemî ‘îbadetên din, ji bo nezir jî bê cî, pêwîst e ku mirov musilman, bi aqil û balix be. Ji ber vê yêkê qewlê zarok û yên ne baqil nabe nezir. Ji ber vê yekê ne hewce ye ku tu rojiyê bigirî. Ya duyem, te gotiye ku ez dibistana Anatolyayê qezenc bikim ez ê rojî bigirim, te ew qezenc nekiriye û daxwaziya te nehatiye cî. Ji bo soza (nezir) te ya dawî jî tu rojîyê nagirî.