Fetwayen Kurdi
Ma kesên bi meaşê memûrtiyê debara xwe dikin, dikarin fitrê bigirin?

Ma kesên bi meaşê memûrtiyê debara xwe dikin, dikarin fitrê bigirin?

Pirs: Ez memûr im. Mehane jî nêzî 1.800’i distînim. Lê belê di halê hazir de di destê min de mîqdarê nîsabê pere tune ye. Ma divê ez fitreya  xwe bidim? Eger ne hewce be ku ez derxim, gelo ez dikarim bigirim?

Bersiv: Kesê ku di meha Remezanê de karibe rojiyê bigire -girtibe- çi dewlemend û çi jî feqîr dibe, divê sedeqeya xwe ya fitreyê bide. Nîsab, dewlemendîtî û hin şertên din ên ku ji bo ferzbûna zekatê pêwîst in, di sedeqeya fitreyê de ne hewce ne. Kesên ku sedeqeya fitreyê li wan diçe jî divê bidin.

Fitre li kesên muhtac û neçar diçe. Da ku meriv bikaribe zekatê yan jî fitreyê bigire divê meriv miskîn be. Ango meriv bê kar be yan jî dahatuyek ku têra debara meriv bike tune be. Li gorî agahiyên ku we dan, ji ber ku dahatuya we baş e, hûn nikarin fitreyê bigirin.