Berpirsyariya kesên ku teblîxa Qur’anê negihaştibe wan çi ye?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Xeyrimislim Tarih: 17 Aralık 2014

Pirs: Berpirsyariya kesên ku teblîxa Qur’anê negihaştibe wan çi ye?

Bersiv: Berpirsyariya vî kesî, ku ji Xwedê Teala re hevpar û hevpişkan çêneke û bi rastiyên ku dizane ‘emel bike. Her kes bi çavnêriya ku dike, hebûna Xwedê û yekîtiya Wî, mîna ku bi çavên xwe dîtibe û bi destên xwe girtibe têdigihîje û vî tiştî li hember Xwedê Teala îtiraf dike. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Dema Xwedayê te ji pişta ademiyan zuriyeta wan girt û ew li ser wan kirin ‏‏şahid (û ji wan re got): “Ma Ez ne Perwerdegarê we me?” Hemûyan gotin: “Belê, em şahdeyiyê didin Tu Perwerdegarê me yî.” Ev, da ku roja qiyametê hûn nebêjin em ji vê bêhay bûn.

Yan jî da ku hûn nebêjin: Bav û bapîrên me ji Xwedê re hevpişk çêkiribûn. Em jî nifşekî ku di pey wan re hatibûn. Ma êdî ji ber kiryara rêşaşan Tu yê me helak bikî? Ha bi vî awayî Em ayetên xwe bi berfirehî aşkere dikin, da ku ew vegerin.”[1]

Girtina zuriyetê ji pişta ademiyan”, girtina tovê ku zuriyet pê dewam dike. Meriv bi wê dikeve çaxa balixbûnê û digihîje temenekî ku êdî zarokên meriv çêbibin. Însan di dema zarokantiya xwe de li Xwedê Teala digere. Di vê mijarê de ji derdora xwe gelek pirsan dike. Di dawiyê de bi temamî têdigihîje ku Xwedê Teala heye û Yekta ye. Bi delîl û nîşanên ku tên pêşberî wî, mîna ku Xwedê Teala jê pirsîbe “Ma Ez ne Perwerdegarê te me?” Wî jî bi biryereke vebirî gotibe, “Belê, ez şahdeyiyê didim tu Perwerdegarê min î.”

Meriv li derdora xwe çiqas çavnêriyê bike, dê rewşên mîna vê dubare bibin. Ji vê bonê her meriv, têdigihîje ku Xwedê heye û Yekta ye. Qebûl dike ku di her tiştî de ji Xwedê re deyndar e û lazim e li ser ku ji Wî re bendeyiyê bike.

Piştî vê, meriv yan rasterast an jî ne yekser, ji Xwedê re bendeyiyê dike. Bendetiya yekser bo kesê ku doza pêxemberekî negihaştibê, meriv li gorî qanûnên Xwedê Teala yên di xwezayê de danîne ango li gorî rastiyên gerdûnî (marûfê) ên ku li her derê rast tên qebûlkirin tev bigere. Ha ev, ên li ser rêya rast in.

Hinên din jî li gorî rastiyên xwe tev digerin; pêşanî û ewlewiyetê didin berjewendiyên xwe û bi piranî didin şopa bav û bapîrên xwe. Herçiqas nekeve serê wan jî li dijî dernakevin.

Gerdûn, berhema ku Xwedê Teala ew afirandiye; tiştên ku pêxemberan aniye jî berhem û pirtûkên ku Wî ew hinartine. Nirxên gerdûnî û zanistî ji berhema ku Xwedê Teala afirandiye tên girtin. Di berhem û pirtûkên hinartiye de jî qanûn û zagonên wan, veşartî ne. Ji pirtûkên Xwedê nusxeya herî dawî Qur’an e. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bêguman Me tu, digel heqiyê (bi Qur’anê) mizgînber û hişyarker şandî. Tu miletek tune ye ku hişyarkerek ji bo wan nehatibe.[2]

Li gorî ku ji her milet û gelî re qasidek hatiye şandin, pêkan e ku meriv di bingeh û esasên her ol û dînên heyî de teblîxa qasidekî bibîne. Lê belê însanan, piştî pêxemberan di lêanîna wî dînî li gorî xwe, serfiraz bûne. Di serî de licneyeke ji zilamên dîn pêk anîne, piştre ew kirine heyinên rûhanî ku berî Xwedê Teala -bê tu şert û mercî- ji wan re serî tê tewandin. Zilamên dîn jî hem ji bo ku xwe bikin kesên pîroz hem jî da ku xwestinên xwe mîna daxwazên Xwedê Teala nîşan bidin, ev heyînên han li cem Xwedê kesên mîna xwedîrûmet nîşan dane û gotine ku divê meriv bi navgînî û rêya wan, xwe bigihîne Xwedê Teala.

Ne pêkan e ku ev doz û angaşta han tu esas û binyadek jê re hebe. Ne ji ber ku ev rast in, belbî bi bandora derdor û pevneşopiyê, meriv xwe bi van baweriyan digire. Bi vî awayî pêwendî û eleqeya wan a bi Xwedê Teala re xera dibe. Dibin kesên ku azadiya xwe firotine van kes û saziyan. Bi sedem ku di çêkirina hevpişkan ji Xwedê re tu kes nikare uzur û hinceteke mafdar ji xwe re bibîne, roja qiyametê dê nikaribin vê gotinê bibêjin:

Bav û bapîrên me ji Xwedê re hevpişk çêkiribûn. Em jî nifşekî ku di pey wan re hatibûn. Ma êdî ji ber kiryara rêşaşan Tu yê me helak bikî?[3]

Pêxemberan ji mirovan re gotine ku “Ji bilî Xwedê ji tu kesî re bendeyiyî nekin.” Îbadetkirina ji bilî Xwedê re tê wateya ku meriv ji bilî Wî re bibe dîl û bende. Ev jî azadiya meriv ji holê radike.

Xulasa dîn, bawerî ye. Bingeh û binyada baweriyê jî meriv ji dil qebûl bike. Ango bi dil tesdîq bike. Tesdîqa bi dil jî bi tenê Xwedê û kesê bawer dike, dizane. Cihê ku meriv herî zêde tê de azad e, ev der e. Ji vê bonê çi ji bo pejirandin çi jî bo mandelkirina baweriyekê be, zor li meriv nayê kirin. Lewra Xwedê Teala wiha ferman dike:

Di dîn de zordarî tune ye![4] Birastî serwextî (ya di dîn de) ji rêşaşiyê hatiye kifşkirin. Naxwe kî ku Taxûtî înkar bike[5] û bi Xwedê baweriyê bîne, teqez wî xwe bi qulpa saxlem (û asê) girtiye ku qetandin jê re nîn e. Xwedê bihîzer e, zana ye.”[6]

Erka herî esasî ji bo kesê ku teblîxa pêxemberekî negihaştibê, ku hewl bide û têbikoşe da ku bi tenê ji Xwedê re bibe bende. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bêguman Xwedê şirkê nabexşîne, ji bilî vê ji bo kesê ku bexşandin heq kiribe, wî dibexşîne.”[7]

Delîl û nîşanên hebûn û yekîtiya Xwedê li her derê bê jimar in, lê ji hevpar û hevpişkan re tu delîl tune ne. Loma kesê ku aqil û ramanê xwe bikar tîne, tu carî nakeve vê herî û avzêyê. Kesê fikir û ramanê xwe bikar nayine, herçiqas perwerdehiyeke baş ya Îslamî dîtibe jî nikare xwe ji pisî û qirêja şirkê rizgar bike. Lewra “(Xwedê) wê pîsiyê diavêje ser wan ên ku aqilê xwe bi kar nayînin.”[8] Ji vê bonê çi teblîx gihaştibe meriv çi jî negihaştibe, gunehê ku Xwedê Teala nabexşîne, gunehê şirkê ye.

Ji kerema xwe re serî li lînka jêr jî bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kurandan-haberdar-olmayan-insanlar-nelerden-sorumlu-tutulacaklar.html



[1] E‘raf, 7/172-174.

[2] Fatir, 35/24.

[3] E‘raf, 7/173.

[4] Xulasa dîn, bawerî ye. Bingeha baweriyê qebûlkirina ji dil ango tesdîqkirina bi qelb e. Rastdêrana dil jî bi tenê meriv û Xwedê pê dizane. Ew der, cihê herî azad e bo meriv. Ji vê bonê li tu kesî kotekî nayê kirin bo pejirandin an jî mandelkirinê. Bi zorê, îbadet jî nabe. Lewra di îbadetan de niyet şert e. Cihê niyetê jî dil e. Niyeta ku ji dil neyê kirin ne meqbûl e. Ji ber ku niyet bi zorê nayê pêkanîn, îbadet jî nayê kirin.

[5] Li ber ên ji rê derketine, serî netewîne.

[6] Beqere, 2/256.

[7] Nîsa, 4/48.

[8] Yûnus, 10/100.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Meriv dikare bi Fileh û Cihûyan re hevkariyê bike? 29.12.14 1.165
2 Ma xwarina goştê heywanên ku Cihû û Fileh serjê dikin, helal e? 03.09.16 901
3 Ma Cihû, ji zikmakî lanetkirî ne? 30.12.14 1.159
4 Hukmê xwarina nêçîrên xeyrimisliman çi ye? 03.09.16 1.322
5 Ma divê em bijartina Cihûyan li ser aleman çawa fêhm bikim? 30.12.14 1.176
6 Cihûyê ku dixwaze bibe Misliman, ma divê pêşî bibe Fileh? 03.01.15 1.201
7 Ma Tewrat hatiye guhertin? 03.01.15 1.408
8 Digel ku lanet li Cihûyan hatiye barandin çawa dibin hêzeke navnetewî? 05.01.15 1.274
9 Ma guneh e ku meriv pesnê yekî xeyrimislim bide? 06.01.15 1.151
10 Meriv dikare diyariyan bide yên xeyrimislim? 08.01.15 1.252
11 Ma meriv dikare beşdarî merasîma cenazeyê kesên xeyrimislim bibe? 12.01.15 1.174
12 Xeyrimislimên ku li welatê mislimanan dijîn, dê li gorî çi bêne darizandin? 13.01.15 1.267
13 Berpirsyariya kesên ku teblîxa Qur’anê negihaştibe wan çi ye? 17.12.14 1.361
14 Ma di teblîxê de pîvan çi ye? 14.01.15 1.154
15 Gelo kirinên xeyrimisliman ên baş, dê çawa be? Ma dê fêdê bide wan? 19.12.14 1.307
16 Rewşa mislimanê ku mafê yekî xeyrimislim xwaribe dê çawa be? 16.01.15 1.142
17 Meriv dikare ji xeyrimislimê ku ji mirovahiyê re tiştên bi fêde kiribeye re rehmê bixwaze? 21.12.14 1.270
18 Kesên xeyrimislim, çima nikarin têkevin Mekkeyê? 20.01.15 1.356
19 Kesên, ne ji malbateke musluman tên dinyayê ma bextreş in? 23.12.14 1.206
20 Ma xeyrimislim an jî keşe dikarin ayînên xwe di mizgeftê de bikin? 20.01.15 1.218
21 Ma Filehan diya me Meryem jî ji xwe re kirine îlah? 23.12.14 1.052
22 Ma rûxandina malperên ku heqaretê li dînê me dikin, durist e? 20.01.15 1.200
23 Ma kuştina dujminên dînê Îslamê caiz e? 25.12.14 1.109
24 Ji bo xizmetên dînî meriv dikare ji xeyrimusliman alîkariyan kom bike? 24.01.15 1.225