Fetwayen Kurdi
Gelo kirinên xeyrimisliman ên baş, dê çawa be? Ma dê fêdê bide wan?

Gelo kirinên xeyrimisliman ên baş, dê çawa be? Ma dê fêdê bide wan?

Pirs: Ez dixwazim mijara kesên xeyrimislim li gorî jiyana xwe bi bihiştê bên xelatkirin an jî bi dojehê bên celatkirin, bipirsim. Ango xeyrimislimê ku başî kiriye û yê nebaşî kiriye, ma dê wekhev bin?

Bersiv: Pîvana xelatkirina bi bihiştê û celatkirina bi dojehê, bawerî û îman e. Kesê Xwedê Teala mandel bike, jê re hevparan çêbike -kî dibe bila bibe-, hemî karên wî yên baş vala diçin û bi tu awayî dê nekeve bihiştê. Ayeta bi mijarê re têkildar wiha ye:

“…Kî ku îmanê înkar bike, bêguman kirinên wî pûç dibin; ew li axretê dibe ji yên ku xesirî ne.”[1]

Çi kesê jiyana dinyayê û xemla wê bixwaze, Em ê bêkêmasî, beranberî karên wan li dinyayê bidin wan û li dinyayê tiştek li wan nayê kêmkirin, lê belê ji bo wan li axretê ji êgir pê ve tiştekî din tune ye û ya ku wan li dinyayê kir berhewa çû û hemî karê ku wan kir pûç û betal bû.”[2]

 “Ew ên ku ayetên Me û hatina axretê derew dêran, kirinên wan pûç bûne. Ma ji kirinên ku wan (li dinyayê) dikirin pê ve ew li gorî çi têne cezadan.[3]

 “Ne layiqî muşrikan e ku ew mizgeftên Xwedê ava bikin, digel ku ew bi xwe jî şahdehiya bi kufrê li ser xwe didin. Kar û kiryarên wan pûç bûne, ew ê her û her di êgir de bimînin.”[4]

 “Bibêje: Ew ên ku di karê xwe de herî zêde ziyan kirine, ma em ji we re bibêjin?

Ew ên ku kar û xebata wan li jiyana cîhanê pûç bûye. Hal ev e wan hizir dikir ku ew karekî qenc dikin.

Ji ber ku wan, ayetên Perwerdegarê xwe û çûna hizûra Wî mandel kirin; xebata wan bêhude çûye. Vêca roja qiyametê Em ji bo wan tu teraziyê danayinin.

Ev wisa ye. Bi sedem ku wan bawerî neanî cezayê wan dojeh e. Wan tinazên xwe bi ayet û qasidên Min kirin.”[5]

Sond be, bi bal te û bi bal pêxemberên beriya te ve jî ev rastî hatiye wehîykirin: Eger tu ji Xweda re şerîkan çêbikî, karên te dê pûç bibin û tu dê bibî ji yên xesirî.

Naxêr, tu bes îbadeta Xwedê bike û bibe ji spasdaran.”[6]

Herçî ew ên ku kafir bûne, riswatî û şermezarî ji wan re be. Xwedê kirinên wan pûç kirine.

Ev jî ji ber ku wan ji tiştên ku Xwedê (ew) nazil kirine hez nekirine. Xwedê jî ‘emelên wan pûç kirine.[7]

Bêguman ew ên ku bawerî neanine û rêya Xwedê li ber xelkê girtine û piştî ku hîdayet ji wan re diyar bûye, dijraberiya pêxember kirine, ew ê tu zirarekê negihînin Xwedê. Xwedê, dê kirinên wan pûç bike.”[8]

Lê belê, çi dibe bila bibe kesê ku teblîxa Pêxember negihaştibê, dema baweriya wî bi Xweda û bi roja axretê hebe û tu hevpar ji Xwedê Teala re çênekiribe û piştî vê karên baş kiribe, mafê ketina bihiştê dê bidest bixe.



[1] Maîde, 5/5.

[2] Hûd, 11/15-16.

[3] E‘raf, 7/147.

[4] Tewbe, 9/17.

[5] Kehf, 18/103-106.

[6] Zumer, 39/65-66.

[7] Muhemmed, 47/8-9.

[8] Muhemmed, 47/32.