Fetwayen Kurdi
Meriv dikare ji xeyrimislimê ku ji mirovahiyê re tiştên bi fêde kiribeye re rehmê bixwaze?

Meriv dikare ji xeyrimislimê ku ji mirovahiyê re tiştên bi fêde kiribeye re rehmê bixwaze?

Pirs: Bi sedem kar û tevgereke zanistî kiriye, gelo meriv dikare ji kesê xeyrimislim re dua bike û bibêje “Xwedê jê razî be.” Wekî din jî tê gotin ku karê kesên xeyrimisliman -ên ji mirovahiyê re bi feyde ne-, li cem Xwedê Teala tu nirxek ji wan tune ye. Gelo ev rast e?

Bersiv: Kesên ku meriv bizanibe ne li ser îmanê jiyana xwe ji dest dane, ne durist e meriv ji wan re rehmê bixwaze. Ev li gorî ayeta jêr hatiye qedexekirin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Ji Pêxember û bawermendan re ne durist e ku ji bo muşrikan lêborînê bixwazin -çendî ew lêzimên wan jî bin- piştî ku ji wan re diyar bû ku ew xelkê dojehê ne.”[1]

Duaya ji xeyrimislimên ku ji bo mirovahiyê karên bi feyde kirine, ku meriv hidayet û rasterêbûna wan bixwaze. Ango meriv dikare ji bo wan wiha dua bike: “Xwedê hidayetê bike nesîbê wî/wan.”



[1] Tewbe, 9/113.