Fetwayen Kurdi
Ma Cihû, ji zikmakî lanetkirî ne?

Ma Cihû, ji zikmakî lanetkirî ne?

Pirs: Ma Cihû ji zikmakî lanetkirî ne? Ango zarokên Cihûyan ji zikmakî winda dikin?

Bersiv: Tiştekî bi navê bi awayê lanetkirî ji dayikbûnê tune ye. Lewra berpirsyarî ji dema balixbûnê dest pê dike. Beriya vê demê, ji aliyê olî ve meriv ne berpisryar e. Lê belê tercîh û hilbijartina meriv ya piştî balixbûnê, dê diyar bike ka meriv musteheqê rehmê yan jî lanetê ye. Dema meriv li ser ayetên di derbarê lanetê de ne hûr bifikire, dê bibîne kesên lanet li wan bariya ye – ku pirê wan ji Cihûyan in-, ew lanet ne ji zikmakî belbî bi sedem kirinên wan li wan bariyaye. Evê ayeta han, vê yekê dide nîşandan:

“Ji zaroyên Îsraîl ew ên ku kafir bûne, li ser zimanê Dawid û Îsayê kurê Meryemê lanet li wan hatiye barandin. Ev jî bi sedem ku (li ber fermana Xwedê) serî hildan û zêdegavî dikirin.”[1]

Mîna ku ji vê ayetê tê fêhmê, tu kes ji zikmakî bi awayê lanetkirî nayê cîhanê. Meriv dema digihîje çaxa balixbûnê, eger tercîha xwe di aliyê kufrê de bikar bîne, ha wê gavê laneta Xwedê lê dibare.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bêguman ên ku ew ayetên Me hinartine û ew rêya rast a ku piştî Me di vê kitêbê de ji mirovan re aşkere kir vedişêrin, Xwedê li wan lanetê dibarîne û yên lanetkar jî lanetê li wan dibarînin.

Tenê wan ên ku tobe kirin, xwe sererast kirin û ew aşkere kirin ji lanetê xelas bûne. Ez tobeya wan qebûl dikim û Ez im her yê tobepejrên, yê dilovîn.

Bêguman ew ên ku kafir bûne û li ser kufrê mirine, laneta Xwedê, ferîşte û mirovan tev li ser wan e!

Ew ê heta bi hetayê di nava lanetê de bimînin. Ne ezab ji ser wan tê sivikkirin ne jî li rûyê wan tê nêrîn.”[2]

Li gorî vê ayetê, kesê ayetên Xwedê Teala veşêre çi musluman çi jî ji dînekî din be, duçarî laneta Xwedê dibe.



[1] Maîde, 5/78.

[2] Beqere, 2/159-162.