Fetwayen Kurdi
Ma divê em bijartina Cihûyan li ser aleman çawa fêhm bikim?

Ma divê em bijartina Cihûyan li ser aleman çawa fêhm bikim?

Pirs: Xwedê Teala di çend ayetan de xwe bi awayê “Perwerdegarê alemê” diwesifîne. Lê belê di ayeta 47’an ji sûreyê Beqere bangî Cihûyan dike û wiha ferman dike: “Gelî zaroyên Îsraîl! Qenciya Min a ku Min li we kiribû bînin bîra xwe. Min hûn (demekê) di ser aleman re girtibûn.” Gelo îfadeya aleman ya di “Perwerdegarê alemê” û “aleman” ya ku di vê ayetê de derbas dibe heman tişt e. Ma rast e ku Cihû di ser her kesî û her tiştan de hatine girtin?

Bersiv: Alem, ji kok û jêderka “ilm”ê hatiye avakirin. Ev bêje bi wateya rêç û şopa ku hebûna tiştekî nîşan dide, elamet û îşaretê ye. Her tiştê ku hebûna Afirîndêr dide nîşandan, alem e. Ji ber vê yekê “Perwerdegarê alemê” bi mena “Perwerdegarê hemî heyinan”e.

Bêjeya alemê ya di ayeta 47’an de ji sûreyê Beqere ya di derbarê Cihûyan de derbas dibe, mebest jê cureyê mirovan e. Gotina “Min hûn di ser aleman re girtibûn”, tê wateya ku Xwedê ji nav hemî însanan bi şandina kitêb û pêxemberan ew hilbijartin û ew di ser aleman re girtin. Ne ku ev îfade tê menaya ku heta qiyametê ew di ser her tiştî û her kesî re hatine girtin.