Fetwayen Kurdi
Ma guneh e ku meriv pesnê yekî xeyrimislim bide?

Ma guneh e ku meriv pesnê yekî xeyrimislim bide?

Pirs: Ma meriv ji mamosteyekî xeyrimislim re bibêje “hûn mamosteyekî baş in”, guneh e yan na?

Bersiv: Meriv dikare wiha bibêje. Ango tu gunehê wê tune ye. Hedîsa ku ji Pêxemberê me (s.a.w) hatiye ragihandin: “Başê Ereban, ên ku mîna di dema cahiliyê de bi xêr bûn di dema Îslamiyetê de jî bi xêr in[1] dide nîşandan ku meriv ne misilman be jî dikare karên baş bike.

Ji vê bonê piştî ku Xwedê Teala behsa Cihû û Filehên ku kitêb ji wan re hatiye dayin dike, wiha ferman dike: “Ji bo her umetekê qibleyek heye ku ew berê xwe didinê. Naxwe, ji bo qenciyê bi hev re pêşbaziyê bikin. Hûn li ku dibin bibin, Xwedê dê we tevan kom bike (bîne heşrê). Bêguman Xweda li ser her tiştî qadir e.”[2] Û emrê bawermendan dike ku di hemî tiştên baş û bi xêr de bi wan re pêşbaziyê bikin.

Wekî din jî dema Yûsuf (a.s) behsa xwendê xwe yê hêj misilman nebûye dike, wiha pesnê wî dide: “Bêguman ew xwendê (sergêrê) min e, qedrê min rind girtiye.”[3]

Ev hemî didin nîşandan ku însan eger ne misilman be jî dema karê baş bike, kesê misilman dikare pesnê wî bide û wî teqdîr bike. Di vê yekê de tu guneh tune ye.



[1] Bnh. Buxarî, Enbiya, 8, 14, 19, Menaqib, 1, 25, Tefsîr, Yûsuf 1; Muslim, Fedail 168, (2378); Ehmed kurê Henbel, Musned, 2/, 257, 260, 391.

[2] Beqere, 2/148.

[3] Yûsuf, 12/23,