Fetwayen Kurdi
Meriv dikare girtina rojiyê li xwe nezir bike?

Meriv dikare girtina rojiyê li xwe nezir bike?

Pirs: Ma nezra (qewl) rojîyê çêdibe yan na? Mesela mirov bibêjê ku “Ev karê min çêbibe ez ê du rojan rojî bigirim.” Û ma lazim e ku mirov herdu rojan li ser hev bigire, an na?

Bersiv: Ji ber ku rojî jî ‘îbadet e, çêdibe ku mirov wê qewl (nezir) bike. Ku te qewl (nezir) kir û daxwaziya te pêk hat. Divê ku tu soza xwe bînî cî û rojî bigirî. Lê belê ne şert e ku tu li ser hev bigirî.