Fetwayen Kurdi
Xeyrimislimên ku li welatê mislimanan dijîn, dê li gorî çi bêne darizandin?

Xeyrimislimên ku li welatê mislimanan dijîn, dê li gorî çi bêne darizandin?

Pirs: Kesên ehlikitêb, di rewşa ku cizya xwe bidin, dikarin li welatê muslumanan bijîn û dema ku dozeke bi wan ve girêdayî pêk were li gorî kitêba wan hukum û biryar tê dayin. Lê, ji bilî van, gelo yên kafir jî mafê wan ê jiyana li welatê misilmanan heye? Eger mafê wan hebe, di karên wan ên dadgehî de dê çi esas û bingeh bê girtin? Eger mafê wan tune be, ma dê ji welêt bên dûrkirin, an jî dê bi wan çi were kirin? Dîsa jî eger mafê wan ê mayinê tune be, ma ev nabe îmtiyazek ji bo ehlikitêban?

Bersiv: Tu îmtiyazeke ehlikitêban ji kafirên din tune ye. Lê belê ev, di dîrokê de her gav bi awayekî şaş hatiye fêhmkirin. Di vê mijarê di malpera me www.kurandersi.com de agahiyên berfireh hene. Ji lînkên jêr hûn dikarin dersên ku me di derbarê kesên muşrik û yên ehlikitêb de kirine, temaşe bikin:

http://www.kurandersi.com/konulu-kuran-sohbetleri/2009/ehli-kitap.html

http://www.kurandersi.com/konulu-kuran-sohbetleri/2009/ehli-kitap-ve-musrikler.html

http://www.kurandersi.com/mukayeseli-fikih-dersleri/2009/ehli-kitap-ve-musrikler-1.html

http://www.kurandersi.com/mukayeseli-fikih-dersleri/2009/ehli-kitap-ve-musrikler-2.html

Di derbarê têkilatiya bi kesên kafir re em tewsiye dikin ku hûn di malpera me www.suleymaniyevakfi.org de di beşa Araştırmalar de nivîsa bi sernavê Müslüman Olmayanlarla İlişkiler/Têkilatiya bi Xeyrimusluman re bixwînin

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/musluman-olmayanlarla-iliskiler.html

Kesên ku mensûbê dînekî din bin, di mijarên ku bi huqûqa taybet re têkildar e, eger huqûq û qanûneke wan hebe dê li gorî wê bên darizandin. Eger tune be, li welatê muslumanan bi awayekî pêdivî divê ku li gorî huqûqa Îslamê bên darizandin. Di doz û dawayên gelemperî de û di dozên bi muslumanan re divê biçin dadgehên Îslamî.