Fetwayen Kurdi
Ji bo tayînkirina cinsiyetê ma mirov dikare di genan de mudaxele bike?

Ji bo tayînkirina cinsiyetê ma mirov dikare di genan de mudaxele bike?

Pirs: Di teknîkên ku nû pêşve dikevin bi rêya mudaxeleya li ser hin genan xebatên ji bo guhertina zaroka ku dê çêbibe tên kirin. Tê angaştkirin ku bi saya vê xebatê mêr û jin, li gorî daxwaza dilê xwe dê bikaribin bibin xwedî keç an jî kur. Li gorî dînê me kar û xebateke wiha gelo durist e?

Bersiv: Ev, mîna xebateke ku ahenga xwezayî xera dike xuya dike. Xebatên însanan ên ku ahenga xwezayî xera dikin her gav bi encamên bi zirar û ziyan bi dawî bûne. Di Qur’ana Pîroz de wiha hatiye fermankirin:

Birastî Me her tişt bi pîvan afirandiye.”[1]

Eger pîvan û aheng xera nebe, dê her tişt bedew û xweşik bimîne. Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

Ew Xwedayê ku her tişt bedew afirandiye û afirandina însên jî ji heriyê dest pê kiriye.

Piştre zuriyeta wî ji dilopek ava lawaz çêkiriye.

Piştre dirûv dayê; durist kir û ji ruhê xwe pif kirê. Ji we re guh, çav û dil çêkirin. Dîsa jî hûn çiqas hindik dişêkirînin.”[2]

Bi tenê beşer dikarin ahenga xwezayî biguherînin. Ji wan pê ve tu mexlûqên din dikarin tiştekî wiha bikin. Di ayetê de wiha tê fermankirin:

Ji ber tiştên ku mirovan bi destên xwe kirin, xerabî li bej û deryayê xuya bûye, Ev, da ku hinekî ji ya ku kirin bi wan bide tamkirin, dibe ku ew (ji kirinên xwe) vegerin.[3]

Mîna ku tê zanîn Xwedê Teala du rê dane pêşiya mirovan. Yek jê ku meriv li gorî rêbaz û qanûnên Îlahî helwestan nîşan bide, ya din jî ku meriv berê xwe bide helwestên nelirê. Ji ber ku aferînerê xwezayê Xwedê Teala ye, hemî tiştên ku em dibêjinê “Qanûnên xwezayî” qanûneke îlahî ye.

Xwedê Teala, destûr daye Şeytan ku li dijî qanûnên îlahî propagandayê bike. Di ayetê de wiha tê fermankirin:

Şeytan got: … ez ê li wan ferman bikim, vêca ew ê afirandina Xwedê biguherînin.”[4]

Ji ber van sedeman, guhertina cinsiyeta zarokê û bidestxistina îmkana ku mêr û jin li gorî daxwaza dilê xwe bibin xwedî kur an jî keç bi rêya mudaxelekirina di genan ji aliyê ku dibe wesîla xerabûna ahenga xwezayî, durist nayê dîtin.

Serweriya erd û asîmanan her ji Xwedê re ye. Ew çi bivê wê diafirîne. Ew kê bivê keçan û kê jî bivê lawan didiyê. Yan jî kur û keçan cêwî dide wan. Kê jî bivê bernegir dihêle (ne kur ne jî keç jê re çêdibin). Bêguman Ew zana û kara ye.”[5]



[1] Qemer, 54/49.

[2] Secde, 32/7-9.

[3] Rûm, 30/41.

[4] Nîsa, 4/119.

[5] Şûra, 42/49-50.