Fetwayen Kurdi
Ma jin çima xwe dinixumînin?

Ma jin çima xwe dinixumînin?

Pirs: Ma sedemê ku pîrek xwe dinixumînin çi ye?

Bersiv: Mîna faîzê di tesetura pîrekan de jî sedemê esasî û bingehîn, fermana Xwedê Teala ye. Lê belê, ji bo aramî û sikûneta dil, meriv dikare li hin sebeb û sedemên din jî bigere. Meriv dikare hinan ji wan wiha rêz bike.

a) Pîrek meyl û mereqa wan a ku laş û bedena xwe nîşan bidin heye û zilam jî meraq û meyla wan a ku li bedena pîrekan binihêrin heye. Ev jî dibe ku bibe sedem ji bo li hevdu nihêrtin û bi hev re axaftinê. Axaftin jî hîn pêşdetir here û helwestên nelirê û xeyrî exlaqî derxe holê. Belavbûna zinayê û xerabûna nesl û nifşan, her gav ji bêtewşî û tunebûna ahengekê di munasebet û têkilatiya zilam û pîrekê bi hev re dertê meydanê. Berg û xwenixumandin, di têkilatiya di navbera zilam û pîrekê de aheng û dengeyekê pêk tîne. Bi vî awayî, cihê ku pîrek dikare nîşanî zilaman bide û cihên ku zilam dikarin ji pîrekan lê binihêre dê dakeve pîvaneke herî kêm.

b) Hin zilamên bê exlaq ku gotin û peyvan diavêjin pîrekan rastiyeke ku nayê înkarkirin. Ji ber ku xwenixumandin giraniyekê dide pîrekan, zilamên wiha dê nikaribin cesaret bikin ku peyvan biavêjin wan û pîrek jî bi vî awayî derfeta ku bikaribin bi hêsanî bigerin dê bidest bixin.