Fetwayen Kurdi
Hukmê lixwekirina çarşevê çi ye?

Hukmê lixwekirina çarşevê çi ye?

Pirs: Ma di dînê me de lixwekirina çarşevê ferz e?

Bersiv: Di dînê me de li hember zilamên biyanî, ji bilî ser çav û herdu destan ferz e ku pîrek temamê bedena xwe bigirin. Dema ji mala xwe dertên û diçin derve, divê ku cil û libasekî wan binixumîne lixwe bikin. Ev kinc û cilê derveyî divê ku bi hêsanî nixumandina wê pêk bîne. Pîrekeke misilman çawa dikare xwe bi çarşevê binixumîne, her wiha bi mantoyê fireh û hwd. jî dikare xwe bigire. Ne şert û pêwîst e ku çarşevê lixwe bike.

Bo agahiyên berfirehtir ji kerema xwe re nivîsa bi sernavê Başörtüsü ve Örtünme ya di lînka jêr de jî bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/basortusu-ve-ortunme.html