Fetwayen Kurdi
Min nezir kir ez ê ewqas pere bidim zarokên taxa xwe, ma dikarim bidim hin zarokên din?

Min nezir kir ez ê ewqas pere bidim zarokên taxa xwe, ma dikarim bidim hin zarokên din?

Pirs: Dema pîreka min ducanî bû, min nezir kiribû ku zaroka min bêqeza û bela were dinyayê, ez ê ewqas pere bidim zarokên belengaz yên taxa me. Lê belê piştî ku qewlê min hat cî, ez pê hesiyam ku ew zarok ji taxa me çûne. Divê ez niha çi bikim? Ma lazim e ku ez li wan kesan bigerim an na? Eger ez li wan negerim tu gunehê wê heye?

Bersiv: Ne lazim e ku tu li wan kesan bigerî. Tiştê te qewl kiriye eger tu bidî hinên din ên xwedan îhtiyac çêdibe.

Ömer Nasuhi Bilmen di pirtûka xwe ya bi navê “Büyük İslam İlmihali” de di derbarê vê mijarê de van agahiyan dide: “Nezra ku bi şert tê kirin bi dem, cih, perekî aşkere û bi feqîrên xuyakirî, nayê girêdan.”

Mîna: “Filan karê min pêk bê ez ê roja înê rojî bigirim, ez ê pere bidim feqîrê ku li filan derê dijî. Kesê ku bi vî awayî qewl bide, piştî ku ew kar pêk hat dikare di rojekê ji rojan rojî bigire yan jî bedêla wî perî bide feqîrekî ku li cihekî din dijî.”[1]



[1] Ömer Nasuhi Bilmen, Büyük İslam İlmihali, “Belirli ve Belirsiz, Mutlak ve Muallak Adaklar”, paragraf: 241.