Fetwayen Kurdi
Ma divê ku pîrek bi şev di dema razanê de xwe bigirin?

Ma divê ku pîrek bi şev di dema razanê de xwe bigirin?

Pirs: Bi şev di dema razanê de ma ferz e ku pîrek xwe bigirin? Lewra min bihîstiye ku perîşte bi şev dadikevin û nûrê belav dikin. Eger porê pîrekê vekirî be vedigerin. Ma ev, rast e?

Bersiv: Ji vê angaştê re tu delîlek tune ye. Di derbarê xwegirtina pîrekê de dema di odeyekê de bi tenê be yan jî bi mêrê xwe re be, tu fermanek tune ye. Pîrek, bi cilê ku pê rihet e, dikare razê.

Pîreka ku aqil balix be, bi tenê, dema li cem zilamên ku ji aliyê dînî ve jê re biyanî ne û dema ku wê limêj bike, divê endamên xwe yên ewret in bigire.