Fetwayen Kurdi
Pîrek, li cihê ku ew û mêrê xwe bi tenê bin, ma dikare bi mayo têkeve avê?

Pîrek, li cihê ku ew û mêrê xwe bi tenê bin, ma dikare bi mayo têkeve avê?

Pirs: Ez pîrekeke girtî me, ango min xwe nû girtiye. Ez ê bi mêrê xwe re biçin tatîlê. Li cihekî bi tenê ku ji min û hevserê min pê ve tu kesekî din tune be li kenarê deryayekê, ku serê min vekirî be û mayo li min be, gelo tu mehzûrek wê heye? Li cihekî ku ez û wî bi tenê bin, bi vî awayî ez dikarim têkevim avê? Diya min got ku “Jixwe Xwedê Teala dibîne û firîşte jî dibînin, tiştekî wiha ne durist e.” Ji ber ku fikr û ramanê min tevlihev bûne, ez alîkariyê ji we dixwazim.

Bersiv: Eger hûn bikaribin derfeta ku ji mêrê we pê ve tu kesekî din we nebîne, bidest bixin, hûn dikarin bi mayo têkevin avê. Lê belê, ji ber ku ev ne karekî hêsan e, divê hûn pir bi hezir bin.

Divê hûn vê jî bizanibin ku tu cihekî Xwedê Teala nebîne tune ye! Lê ev rewş nake lazimî xwe ku pîrek her gav girtî be. Pîrek li hember zilamên biyanî divê ku xwe bigire. Ji bilî van, dibe li cem bavê xwe, zarokên xwe, birayên xwe, li cem xezûrê xwe ser, mil û lingên xwe jî heta çokê vekirî bin. Li cem hevserê xwe jî tu devereke ku divê bigire tune ye. Digel ku Xwedê Teala li wê derê jî wan dibîne!