Fetwayen Kurdi
Ma tiştekî rast e ku pîrek bi merivên xwe yên zilam re xeber nede?

Ma tiştekî rast e ku pîrek bi merivên xwe yên zilam re xeber nede?

Pirs: Li derdora me hin pîrek hene ku bi tî yan jî merivên xwe yên zilam re qe naaxivin û dibêjin ku xeberdana bi wan re guneh e. Heta hinek ji wan bi tu awayî xwe nîşanî merivên xwe yên zilam, nadin. Seyda ma divê wiha were kirin? An jî ev, ji teqwedariyê ye? Ya herî girîng jî di dema Pêxemberê me (s.a.w) de têkilatiya di navbera meriv û eqrebayan de çawa bû?

Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

“(Resûlê min!) Ji zilamên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin. Lewra ev, ji bo wan çêtir e. Bêguman Xwedê ji ya ku ew dikin agahdar e.

Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin, ji beşa ku xuya dike pê ve -ew ne tê de ye- bila xeml û zîneta xwe dernexin der. Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe. Bila xişrên xwe ji bilî mêrên xwe, bavên xwe, xezûrên xwe, kurên xwe, kurên mêrên xwe, birayên xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe, jinên digel xwe, dîlên ku di bin destên wan de ne, ji mêran jî ew ên ketî ku tu pêdiviya wan bi jinan nemaye yan jî ew zarokên ku hêj negihane ku dilê wan biçe deverên veşartî yên jinan, nîşanî tu kesî din nedin. Bila (bi tepînî) lingên xwe li erdê nedin ku êdî xişrên wan ên veşartî bêne zanîn. Gelî bawermendan! Tev bi bal Xwedê ve tobe bikin da ku hûn serfiraz bibin.”[1]

Li gorî van ayetan pîrek dikare li cem zilamên ku li jor behsa wan hat kirin, rûnê û serê xwe veke. Ji bilî van, li cem birayên zilamê xwe yan jî li cem merivên zilam ên din, pîrek nikare cihên xwe yên mehrem vebike. Lê ne qedexe ye ku bi wan re biaxive û selamê li wan bike. Dema girtî be, dikare derkeve pêşberî wan. Bi şertê ku çarçoveya xwegirtinê neyê binpêkirin, xeberdana bi zilamên ji bilî yên ku li jor navê wan derbas bûn, ne qedexe ye. Tiştê hatiye qedexekirin ev e, ku pîrek di cihekî girtî de bi wan re bi tena serê xwe bimîne. Hedîseke ku bi mijarê re têkildar e wiha ye:

Ez, çûna bi bal pîrekeke ku mehremek pê re tune be, li we qedexe dikim.” Li ser vê gotinê pîrekekê ji Ensariyan pirsî:Ya Qasidê Xwedê! (Di derheqê eqrebayên ji bilî bav û lawan de tu nabêjî çi?)” Qasidê Xwedê wiha bersiv da: “Xelweta (sekna) bi wan re mirin e.”[2]

Pîrek dikare li cihekî girtî bi zilamên biyanî re -bi şertê ku bi wan re bi tena serê xwe nemîne- bimîne û xizmeta wan bike. Di derbarê vê mijarê de ji serdema Pêxember (s.a.w) tetbîqek, bi rêyeke sehîh wiha hatiye ragihandin:

 “Sehl kurê Se‘d (x.j.q) wiha gotiye: Dema ku Ebû Useyd es-Sa‘îdî zewicî, Pêxember û hevalên wî jî bi bal xwarina dawetê vexwendin. Ya ku xwarin çêkiribû û danîbû ber wan ji Ummû Useyd ya nû zewicîbû pê ve ne keseke din bû. Wê, ji êvarê ve di beroşek ji kevir xurme şil kiribûn, piştî ku Pêxember (s.a.w) xwarina xwe qedand pîrekê bi destê xwe, wê şîra han îkramî Pêxemberê me dike, bi vî awayî îkramî wî dike û pê dide vexwarin.”[3]

Ebû Hezim (x.j.q) wiha gotiye. “Min ji Sehl kurê Se‘d bihîstiye: Ebû Useyd es-Sa‘îdî, Pêxember (s.a.w) dawetî xwarina daweta xwe kir. Wê rojê pîreka wî ya ku hêj bûka nû bû, xizmeta wan dikir… ”[4]



[1] Nûr, 24/30-31.

[2] Buxarî, Nîkah, 112; Muslim, Selam, 8 (2171).

[3] Buxarî, Nîkah, 78.

[4] Buxarî, Nîkah, 79.