Fetwayen Kurdi
Gelo hukmê razana digel zarokên xwe yên balix re çi ye?

Gelo hukmê razana digel zarokên xwe yên balix re çi ye?

Pirs: Ji aliyê dînî û derûnî ve, gelo hukmê ku dayik zarokên xwe yên mezin têxe hemêza xwe û bi wan re razê çi ye? Ji bo vê pirsa min bibexşînin, lê ev rastiyek e. Ez bi xwe wekî perwerdekarekî xwedî bawerî, vê bûyerê tiştekî bi sosret dibînim.

Bersiv: Ne caiz e ku dayik, zarokên xwe yên gihaştine çaxa balixbûnê têxe hemêza û bi wan re razê. Ji ayetên li jêr tê fêhmê –heta bi zarokên temen biçûk re jî – ne munasib e ku meriv di heman odeyê de razê. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Bila dîlên ku di bin destên we de û ew ên ku ji we hêj balix nebûne; beriya nimêja spêdeyê (fecrê), dema nîvro wexta ku hûn cilên xwe datînin û piştî nimêja eşayê, sê caran ji we destûrê bixwazin. Ew, sê demên ku hûnên kifş bin. Piştî van deman, ku hûn biçin cem hev, ne ji we re ne jî ji wan re tu guneh tune ye. Wiha bikin; Xweda ji we re van ayetan aşkere dike. Xwedê zana ye, karbinecih e.

Dema zarokên we balix bûn, çawa yên berî wan destûr dixwestin, bila ew jî destûrê bixwazin. Wiha bikin. Xweda ji we re ayetên xwe aşkere dike. Xwedê zana ye, karbinecih e.[1]

Destûrxwestina zarokên ku gihaştine çaxa balixbûnê her cara ku diçin odeya ku dayik û bavê wan lê ye, da ku wan tazî nebînin. Razana bi hev re hê ji vê jî zêdetir e. Ji vê bonê diya ku hûn behsa wê dikin, divê di cih de dev ji razana bi zarokên xwe yên balix bûne re berde.



[1] Nûr, 24/58-59.