Fetwayen Kurdi
Ma di girêdana krawatê de tu mehzûrek heye?

Ma di girêdana krawatê de tu mehzûrek heye?

Pirs: Gelo tu mehzûrek di girêdana krawatê de heye? Hûn dikarin vê yekê di çarçoveya qedexeya şibandina bi Cihû û Filehan, şîrove bikin?

Bersiv: Îfadeya “Xwe neşibînin Cihû û Filehan” ya ku di hedîsên Pêxemberê me de (s.a.w) derbas dibe, ne di mijara cil û bergan de ye, belbî di warê bicihanînên olî de ye.

Di Qur’an û sunetê de ji bo bawermendên mêr û jin tu tîpekî xuya bo cil û bergan, nehatiye diyarkirin. Her musluman, li gorî urf û çanda ku tê de dijî cilan li xwe dike. Bi tenê divê ku ev cil cihên ewretê meriv veşêrin û ne tenik bin bi awayê ku bedena meriv bidin xuyakirin. Lixwekirina cil û bergên ku êdî bûne nîşan mîna cilê Papazan an jî Xaxaman, ne durist e. Lewra kesê wan cilan lixwe bike, dide nîşandan ku dixwaze bibe mîna wan. Lê krawat, çakêt û derpê ne nîşana cil û bergên tu dînî ne. Ji vê bonê tu mehzûrek tune ye ku meriv wan li xwe bike.