Fetwayen Kurdi
Gelo ez dikarim ristika bi nîşana xaçê, têxim stûyê xwe?

Gelo ez dikarim ristika bi nîşana xaçê, têxim stûyê xwe?

Pirs: Gelo ez dikarim ristika bi nîşana xaçê, têxim stûyê xwe?

Bersiv: Meriv nikare nîşana xaçê bi xwe ve bike. Lewra xaç, nîşana ola Filehan e. Merivê musluman, bi çi niyet û mebestê dibe bila bibe, nikare nîşana olekî din bi xwe ve bike.

Di serdema Pêxemberê me de (s.a.w) dema ku ‘Ediyy kurê Hatem, diçe cem Pêxemberê me û di stûyê wî de xaçeke ji zêr heye, Pêxemberê me jê re dibêje: “’Ediy! Wî pûtî biavêje.”[1]

Di heman demê de divê ev hedîsên Pêxemberê me jî neyên jibîrkirin:

Kî xwe bişibîne miletekî, êdî ew ji wan e.”[2]

Ji me, kî xwe bişibîne hinên din, ew ne ji me ye.”[3]



[1] Tirmizî, Tefsîru’l-Qur’an, 10.

[2] Ebû Dawûd, Lîbas, 4.

[3] Tirmizî, Îsti’zan, 7.