Fetwayen Kurdi
Ez 14 salî me û dixwazim xwe bigirim. Divê ez çawa tev bigerim?

Ez 14 salî me û dixwazim xwe bigirim. Divê ez çawa tev bigerim?

Pirs: Ez dixwazim xwe bigirim, lê malbata min dibêje ku tu ji bo vê, hêj biçûkî. Ez 14 salî me û bo dayina vê biryarê bi min, ez ne biçûk im. Eger bê rizaya malbata xwe serê xwe bigirim, dizanim ku dê bertek li min bê kirin. Di rastiyê de ez vê yekê di serê xwe de pir mezin nakim, lê ditirsim ku malbat û merivên min, dilê wan ji min bimîne. Ez çend caran bi wan re axivîm, lê min tu encameke erênî negirt. Divê ez çi bikim?

Bersiv: Keçeke misliman, dema balix bibe, divê ku êdî xwe bigire. Ji wê demê û pêde li hember hemî ferman û qedexeyên dînî, berpirsyar e. Piştî vî temenî, ne raste ku dê û bavê we di babeta fermanên dînî de ji we re qedexeyan deynin. Lê divê hûn vê rewşê bi awayekî spehî ji wan re rave bikin. Divê hûn ayetên di derbarê girtinê de ji wan re bixwînin û hûn ji wan re rave bikin ku ev ayet xitabî hemî jin û keçên balix bûne dike. Her wiha ji wan re bibêjin ku di bicihanîna fermanên Xwedê Teala de divê ku dê û bav alîkariya zarokên xwe bikin.

Eger ew, li dijî vê derkevin jî di derbarê mijara fermanên Xwedê Teala de divê hûn biryareke vebirî nîşan bidin. Dema biryardariya we bibînin, bi borîna demê re dê têbigihîjin û we teqdîr bikin.

Wekî din jî em tewsiye dikin ku hûn ayetên 13-19’an ji sûreyê Loqman bi dê û bavê xwe re bixwînin. Lewra di wir de ayetên di derbarê ku dê û bav di mijarên mîna vê de divê çawa tev bigerin, hene.