Fetwayen Kurdi
Mêrê min, daxwaza vekirinê li min dike. Divê ez çi bikim?

Mêrê min, daxwaza vekirinê li min dike. Divê ez çi bikim?

Pirs: Ev du sal in min xwe girtiye û ez limêj dikim. Ez li Elmanyayê dijîm. Di serî de mêrê min ji girtina min, nerihet nedibû, lê piştre da ku ez xwe vekim zor da min. Dibe ku li pêşberî hevalên xwe yên Elman, ji min fedî dike. Ez di ber xwe didim, lê li hember vê tundiyê hin caran êdî taqeta min namîne. Dibêje ku “eger tu xwe venekî ez ê te berdim.” Ez dizanim ku vekirin guneh e. Lê ez nizanim ka ez çi bikim. Hûn dikarin bi min re bibin alîkar?

Bersiv: Girtin, fermana Xwedê ya diyar e. Tu sedem, terkkirina fermana Xwedê Teala pêwîst nake. Di dînê me de di mijarên ku îsyaniya Xwedê ye, ji mexlûqan re îtaet nayê kirin. Sebir bikin û di ber xwe bidin û her gav ji mêrê xwe re vebêjin ku girtin, fermana Xwedê Teala ye. Eger ji ber vê yekê we berde, ji Xwedê ya hîn baştir û çêtir bixwazin. Hûn ê bibînin, di derbarê we de dê hîn çêtir bibe. Di ayetekê Xwedê Teala wiha ferman dike:

Eger jinek ji mêrê xwe, meyla bi bal yeka din ve yan jî ku dê berê xwe jê vegerîne, endîşe bike, li ser wan tu guneh tune ye ku ew di navbera xwe de sulhekê bikin. li hev hatin, çêtir e. Jixwe di nefsan de kumreşî li kar e (hazir) e. (Gelî mêran!) Eger hûn bi wan re xweş derbas bikin û xwe biparêzin; vêca Xwedê ji ya ku hûn dikin teqez agahdar e.

(Gelî mêran!) Hûn çi qasî bixwazin jî dîsa nikarin di navbera jinan de dadmendane tevbigerin; naxwe bi temamî meyla xwe nedin yekê û ya din jî wekî girêdayî be (li holê) nehêlin. Eger hûn li hev bên û xwe biparêzin, teqez Xwedê gunehbexş e, dilovîn e.

Eger jin û mêr dev jihev berdin, Xwedê ji nîmetên xwe yên pir dê herduyan jî dewlemend bike. Xwedê comerd e, karbinecih e.”[1]



[1] Nîsa, 4/128-130.