Fetwayen Kurdi
Mijara xwegirtinê gelo çima di nav şertên Îslamê û 32 ferzan de nehatiye diyarkirin?

Mijara xwegirtinê gelo çima di nav şertên Îslamê û 32 ferzan de nehatiye diyarkirin?

Pirs: Gelo çima di nav şertên Îslamê û 32 ferzan de mijara xwegirtinê nehatiye diyarkirin?

Bersiv: Babetên di nav gel de bi awayê “şertên Îslamê”, “şertên îmanê” tên naskirin, divê baş bên fêhmkirin. Kelîma şehadetê, kirina limêjê, girtina rojiyê, dayina zekatê û çûna hecê esas û bingehên dînê Îslamê ne. Ji vê yekê, encama ku “ji bilî van tiştan tu şertên Îslamê yên din tune ne” dernakeve! Kirina başiyê bi dê û bav, meriv rastgo be, fermana bi başî û qenciyê û bi paşdexistin û nehya ji nebaşiyê, kirina cîhadê di rêya Xweda de û dûrketina ji zina û faîzê û hwd. ma gelo ne ji şertên Îslamê ne? Kesê van tiştan qebûl neke, mandel bike ji Îslamê dertê. Ji ver vê yekê, divê ku meriv tu ferq û cudatiyê nexe navbera emr û fermanên Xwedê. Xwedê Teala wiha ferman dike:

 “…Erê ma niha hûn bi hinekî ji kitêbê bawerî tînin û hinekî jî mandel dikin? Ma cezayê kesên ku ji we wisa bikin çi ye, di jiyana vê cîhanê de her riswatî ye!? Roja qiyametê jî ew ê bi bal ezabê herî dijwar ve bên vegerandin. Xwedê ji tiştên ku hûn dikin qet ne bêxeber e.”[1]

Xwegirtin jî ji fermana Xwedê ya vebirî ye. Kesê vê bi zanebûn înkar bike, ji dîn derdikeve. Lê, kesê ku fermaneke biçûk be jî neecibîne yan jî înkar bike, her wiha dîsa ji dîn derdikeve.



[1] Beqere, 2/85.