Fetwayen Kurdi
Ma bûk dikare li cem xezûrê xwe servekirî bimîne?

Ma bûk dikare li cem xezûrê xwe servekirî bimîne?

Pirs: Gelo bûk dikare li cem xezûrê xwe servekirî bimîne?

Bersiv: Jineke bawermend, li hember zilamên ku ji aliyê dînî ve jê re biyanî ne, divê ku serê xwe bigire. Dema li cem jinan be yan jî li malê li cem bavê xwe, birayên xwe, ap an jî xalê xwe, li cem xezûrê xwe yan jî dema ku bi tenê be, ne lazim e ku serê xwe bigire.

Xwedê Teala di sûreyê Nûr ayeta 31’em de wiha ferman dike:

Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin, ji beşa ku xuya dike pê ve -ew ne tê de ye- bila xeml û zîneta xwe dernexin der. Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe. Bila xişrên xwe ji bilî mêrên xwe, bavên xwe, xezûrên xwe, kurên xwe, kurên mêrên xwe, birayên xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe, jinên digel xwe, dîlên ku di bin destên wan de ne, ji mêran jî ew ên ketî ku tu pêdiviya wan bi jinan nemaye yan jî ew zarokên ku hêj negihane ku dilê wan biçe deverên veşartî yên jinan, nîşanî tu kesî din nedin. …[1]



[1] Nûr, 24/31.