Fetwayen Kurdi
Niyeta xuslê çawa tê anîn?

Niyeta xuslê çawa tê anîn?

Pirs: Pîrek, di hemî rewşên xwe yên ku xusul lazim dikin de gelo dê wiha niyeta xwe bînin “ez bi niyet im ferza xuslê ji ser xwe radikim” an ji bo xusla heyzê niyeketekê û bo xusla cenabetê yeka din tînin?

Bersiv: Di mezhebê Henefî de niyetanîna bo xuslê ne ferz e ne jî wacib e; sunet e. Di vê de jî diyarkirina niyetê, ne şert e. Pîrek, çi ji bo xusla bênimêjiyê çi jî bo xusla cenabetê be, ne şert e ku di niyetê de bi taybetî diyar bike. Ango ne lazim e ku bibêje “ez bi niyet im xusla bênimêjiyê ji ser xwe radikim” an jî “ez bi niyet im xusla cenabetiyê ji ser xwe radikim.” Meriv tu tiştekî mebêje jî xusul ji ser meriv radibe.