Fetwayen Kurdi
Meriv dikare bi rakirina xuslê bi tenê limêj bike, an divê meriv desmêj jî bigire?

Meriv dikare bi rakirina xuslê bi tenê limêj bike, an divê meriv desmêj jî bigire?

Pirs: Piştî rakirina xuslê, bo kirina limêjê ma lazim e ku meriv dîsa desmêj bigire? Ango bi rakirina xuslê bi tenê meriv dikare limêj bike?

Bersiv: Ayeta ku xusl û desmêjê tarîf dike wiha ye:

Gelî bawermendan! Dema we xwest hûn limêj bikin, rûyê xwe û destên xwe heta enîşkan bişûn, serê xwe mesih bikin herdu lingên xwe digel gwîzekan jî. Eger hûn bi cenabet bin xwe ji cenabetiyê paqij bikin. Eger hûn nexweş bin yan rêwî bin yan yek ji we ji avrêjê hatibe yan jî hûn hinguftbin jinan û we av nedîtibe, wê çaxê bi axeke paqij teyemumê bigirin; rûyê xwe û destên xwe bi axê mesih bikin. Xwedê naxwaze ji we re zehmetiyê derxe; lê belê dixwaze we paqij bike û qenciya xwe li ser we temam bike, da ku hûn Wî bişêkirînin.”[1]

Li gorî vê ayetê kesê bi cenabet be, bi tenê dema ku xusla xwe rake dikare limêj bike. Ji vê bonê kesê ku xusla xwe rakir, heta sedemekî ku desmêjê dişikînin peyda nebe, ne hewce ye ku bo kirina limêjê desmêjeke nû bigire. Di vê mijarê de rakirina xuslê, têr dike.

Ji diya me Eyşe hatiye ragihandin:

“Qasidê Xwedê (s.a.w) xusla xwe radikir, du rek‘et (sunet) û (ferza) limêja sibehê dikir. Nayê bîra min ku wî, piştî xuslê desmêjeke nû digirt.”[2]

Ji diya me Eyşe hatiye ragihandin:

“Qasidê Xwedê (s.a.w), piştî xuslê desmêj nedigirt.”[3]

Îmam Tirmizî piştî ku vê hedîsê riwayet dike, wiha dibêje: “Nerîna pirên sehabî û zanyarên tabiîyan jî wiha ye.” Ango dibêjin “ Girtina desmêjê piştî xuslê, ne hewce ye.”

Li gorî ku ji Ebdullah kurê Umer (x.j.q) hatiye ragihandin, dema ji Qasidê Xwedê (s.a.w), pirseke bi mijara girtina desmêjê piştî xuslê re têkildar, hate kirin, Wî wiha bersiv da; “Ma kîjan desmêj ji xuslê çêtir e.”[4]



[1] Maîde, 5/6.

[2] Ebû Dawûd, Teharet, 98.

[3] Tirmizî, Teharet, 79; Nesaî, Teharet 160; Îbn Mace, Teharet, 96; Ehmed kurê Henbel, 6/68; 192

[4] Hakim, Mustedrek, Teharet, jimara hedîsê: 103 (548).