Fetwayen Kurdi
Ma meriv di serşokê de zêde bimîne guneh e?

Ma meriv di serşokê de zêde bimîne guneh e?

Pirs: Ji min re bûye xuy ku ez pir zêde di hemamê de bimînim. Ango di dema rakirina xuslê de weswese bi min re çêdibe û ez ji xwe re dibêjim xusla min ji ser min ranebû û dîsa xusla xwe radikim. Pirsa min ev e, ez di serşokê de dimînim heta ku ez ji xwe bibêjim êdî xusla min çêbû, gelo ev sekna min dibe guneh? Ma divê meriv çiqasî di hemamê de bimîne?

Bersiv: Di rakirina xuslê de çêbûna wehman, ji weswesa şeytên e. Bo xwe parastina ji vê, divê hûn ‘ezûzû bixwînin ango bi Xwedê Teala parastina xwe ji şeytên bikin, sûreyên Feleq û Nas pir bixwînin û piştî we xwe paqij kir di cih de ji serşokê derkevin. Divê hûn tu carî guh nedin wesweseya ku “xusla min ji ser min ranebû.” Ha wê gavê hûn ê bikaribin zora şeytên bibin.