Fetwayen Kurdi
Ma menî, mezî û wedî çi ne?

Ma menî, mezî û wedî çi ne?

Pirs: Di dema nerîna li tiştekî yan jî dema em dest didin jinên xwe de ma tiştê rohnî ku ji pêşiya mêran derdikeve menî ye û xuslê lazim dike?

Bersiv: Tiştên rohn ên ku ji pêşiya mêran derdikevin sê cure ne. Ew jî menî, mezî û wedî.

a) Menî: Ji aveke spî û tîr ku bêhneke wê ya taybet heye, -çi bi şehwet çi jî bê şehwet be- ku bi şehwet ji meriv diherike re tê gotin

b) Mezî: Ji aveke rohnî spî ku piştî daketina şehwetê, lê bê şehwet ji meriv diherike re tê gotin.

c) Wedî: Aveke spîçolkî mizeloqî bê bêhn e ku piştî destava biçûk ji meriv diherike re tê gotin.

Ji van her sê cureyan bi tenê menî, xuslê lazim didêre. Herdu cureyên din sirf desmêjê dişikînin. Di encama nerîna li yekê yan jî destdana wê eger bi şehwet menî ji meriv derkeve ev rewş, xuslê pêwîst dike. Ji reng û bêhna tiştê diherike hûn dikarin bizanibin ka menî ye yan na. Eger tiştê diherike aveke rohnî spî be, ev ne menî ye, belbî mezî ye. Ji vê bonê serşûştinê lazim nadêre.[1]



[1] Bo agahiyên berfirehtir hûn dikarin, ji pirtûka Büyük İslam İlmihali ya Ömer Nasuhi Bilmen, li beşa desmêj û xuslê binihêrin.