Fetwayen Kurdi
Gelo zirkurê pîrekê dibe mîna kurê wê yê rastîn?

Gelo zirkurê pîrekê dibe mîna kurê wê yê rastîn?

Pirs: Gelo zirkurê pîrekê dibe mîna kurê wê yê helal? Dikare li cem servekirî bimîne? Ma nîkaha wan li hev tê birîn?

Bersiv: Xwedê Teala di sûreyê Nûr ayeta 31’em de wiha ferman dike:

Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin, ji beşa ku xuya dike pê ve -ew ne tê de ye- bila xeml û zîneta xwe dernexin der. Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe. Bila xişrên xwe ji bilî mêrên xwe, bavên xwe, xezûrên xwe, kurên xwe, kurên mêrên xwe, birayên xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe, jinên digel xwe, dîlên ku di bin destên wan de ne, ji mêran jî ew ên ketî ku tu pêdiviya wan bi jinan nemaye yan jî ew zarokên ku hêj negihane ku dilê wan biçe deverên veşartî yên jinan, nîşanî tu kesî din nedin. …[1]

Di wergera ayetê de eger hûn bala bidin cihê ku binê wê xêzkirî ye, hûn ê bibînin ku pîrek dikarin li cem kurên mêrê xwe ango li cem zirkurên xwe jî servekirî bisekinin.

Di sûreyê Nîsa de ayeta 22’em Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bi jinên ku bavê we, ew mahr kirine re nezewicin, tiştê derbas bûbe êdî çûye. Lewra ew, fehşîtî û karekî kirêt e. Çi rêyeke pîs e!

Li gorî vê zewaca dêmarî û zirkuran ebediyen li hev heram e.



[1] Nûr, 24/31.