Fetwayen Kurdi
Ma rast e ku diya me Reyhane serê xwe negirtiye?

Ma rast e ku diya me Reyhane serê xwe negirtiye?

Pirs: Tê gotin ku ji pîrekên Pêxemberê me, diya me Reyhane serê xwe nedigirt. Gelo ev tişt, rast e?

Bersiv: Diya me Reyhane ya ku ji qebîla Benî Qureyze bi dîlîtî hatiye girtin, li gorî hin riwayetên zeîf, tê gotin ku cariye maye û misilman nebûye. Lê di rastiyê de ji pîrekên Pêxemberê me (s.a.w) yên ne misilman bin tune ne. Jixwe li gorî ayeta 25’em ji sûreyê Nîsa û ayeta 221’em ji sûreyê Beqere, heram e ku meriv cariyeke xeyrimislim bi hewîtî bîne ser yeka musluman.

Diya me Reyhane, li ser daxwaza Pêxemberê me (s.a.w) misilman bûye, pê re zewiciye û Pêxembrê me, li hemberî mehra wê jî ew azad kiriye.[1]

Wekî din jî li gorî ayeta 59’em ji sûreyê Ehzab, ne pêkan e ku ji pîrekên Pêxemberê me, serê tu yekê ji wan vekirî be. Hem jî di ayetê de bê ku tu ferq û cudatiyê têxe navbera yên azad û neazad, tê fermankirin ku “Ey Pêxember! Ji xanimên xwe re ji keçên xwe re û ji pîrekên bawermendan re bibêje: Bila bedena xwe bi perdepoşiyên xwe binixumînin.” Ji vê bonê eger em qebûl bikin ku diya me Reyhane ne azad bûye; belbî cariye maye, dîsa jî bi tu awayî ne pêkan e ku em riwayeta di derheqê wê de hatiye ragihandin ku wê gotiye “ez naxwazim serê xwe mîna jinên azad bigirim”, qebûl bikin.

Di enacamê de diya me Reyhane, mîna xanimên Pêxemberê me (s.a.w) yên din, ew jî misilman bûye û wê jî mîna wan serê xwe girtiye.



[1] Bnh. Hayati Yılmaz, “Reyhâne bint Şem’ûn”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), XXXV, 42.