Fetwayen Kurdi
Tê gotin ku di binê her mûyekî de cenabet heye. Gelo ev rast e?

Tê gotin ku di binê her mûyekî de cenabet heye. Gelo ev rast e?

Pirs: Min bihîstibû ku di binê her mûyekî de cenabet heye. Kesê bi desmêj be, dema meriv ji porê xwe, ji riha xwe yan jî simbêlê xwe mûyekî rake, gelo desmêj pê dişikê? Min di nav rewşên ku desmêjê dişikînin de tiştekî wiha nedîtiye.

Bersiv: Di hedîsekê de derbas dibe ku “Di binê her mûyekî de cenabet heye.”[1] Ev hedîs jî di derbarê serşûştin û xwepaqijkirina ji cenabetê ye. Yanî tu têkilatiya wê bi desmêjê re tune ye.

Îmam Ebû Dawûd û Tirmizî dibêjin ku ev hedîs zeîf e. Hedîs herçiqas zeîf be jî mebest jê ev e, kesê bi cenabet be divê hemî bedena xwe heta binê mûyan jî bişû. Ango bi rakirina mûyekî, ne xusul ne jî desmêja meriv xera nabe.



[1] Ebû Dawûd, Teharet, 99; Tirmizî, Teharet, 78; Îbn Mace, Teharet, 106.