Meriv dikare kincên di dema cenabetê de piştî rakirina xuslê dîsa lixwe bike?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Xusul Tarih: 15 Nisan 2015

Pirs: Piştî min xusla xwe rakir, min kincên xwe li xwe kirin. Lê pantolonê min lixwe kir, ê ku dema ez bi cenabet ketibûm. Ji ber ku min derfeta şûştinê nedît, min heman derpê lixwe kir. Di vê rewşê de gelo xusla min hatiye cih? Ez dikarim wiha limêj bikim? Di halên wiha de ma şûştina çarşevê û lihêfê jî hewce dike?

Bersiv: Eger tiştekî pîs mîna meniyê gihaştibe çarşev û lihêfê, divê ku meriv paqij bike. Ji bo vê jî ne hewce ye ku meriv temamê betanî yan jî çarşevê bişû. Cihê pîsbûyî, eger ziwa bûbe meriv bifirikîne, ger şil jî be meriv wê derê bişû, kafî ye. Ji bilî vê, pêdivî bi tu tiştekî din tune ye.

Hedîsên di derbarê vê mijarê de wiha ne:

Hezretî Eyşe (x.j.q) dibêje:

Min meniya ku li kincê Qasidê Xwedê (s.a.w) diket, dişûşt. Ew, digel ku cihê şil (hêj ziwa nebûbû) diçû limêjê.”[1]

Di riwayeteke din de ji Muslim wiha hatiye ragihandin: “Merivek bû mêhvanê Hezretî Eyşe (x.j.q). Zilamî, serê sibê cilê xwe şûşt. Hezretî Eyşe jê re got:

Cihê ku (menî) gihaştiyê (te dît) te wê derê bişûşta kafî bû, di halê ku te nedît, te dê derbora wê bişûşta. Ez dizanim ku min ji cilê Qasidê Xwedê (s.a.w) (cihê menî gihaştibûyê) bi awayê firikandinê jê dibir. Wî, (bê ku bişûşta) bi wan cilan limêj dikir.”

Riwayeteke din wiha ye:

Ez baş dinazim ku min ji cilê Qasidê Xwedê (s.a.w) meniya ziwa bi neynûkên xwe dikola û jê dibir.[2]

Li gorî ku Yehya kurê Evdirrehman kurê Hatib radigihîne, Hezretî Umer (x.j.q) bi komeke ku Emr kurê As jî di nav wan de bû ‘umre kir. Hezretî Umer di dema rêwîtiyê de ber destê sibê li rêyeke ku nêzî avê bû, rawestiya. (Mîna her kesî ew jî raza, Di wê esnayê de), bi cenabet ket. Dema bû sibeh, bi karwan re av nehat dîtin (bo şûştinê). Li heywana xwe sibar bû û çû bal wê ava (nêz). Pêre dest bi şûştina cihê ku menî lê ketiye kir. Piştre derdor ronî bû. ‘Emr kurê As (x.j.q) ji Hezretî Umer re got:

“Bû sibeh. Li cem me kincên paqij hene, dev ji (şûştina) vî kincî berde, piştre tê şûştin.” Lê Hezretî Umer wiha bersiva wî da:

“Kurê As, birastî tu ecêb î! Ango te kinc bidest xistiye, ma dê herkes kinca bidest bixe? Ez qesem dikim bi navê Xwedê, eger ez bi gotina te bikim, ev dê bibe sunet. Naxêr, (meni) a ku dibînim, ez ê bişûm û ya ku nabînim jî ez ê (avê lê) bireşînim (û paqij bijimêrim).”[3]



[1] Buxarî, Wudû’ 64, 65; Muslim, Teharet, 108, (289); Ebû Dawûd, Teharet, 136; Tirmizî, Teharet, 85, 86; Nesaî, Teharet, 187, 188.

[2] Muslim, Teharet, 105, 109, (288, 290).

[3] Muwetta, Teharet, 83.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma pîrek jî bi cenabet dikevin? 14.04.15 1.265
2 Di xuslê de ma divê ku pîrek guliyên xwe vekin? 14.06.15 1.168
3 Meriv dikare kincên di dema cenabetê de piştî rakirina xuslê dîsa lixwe bike? 15.04.15 1.254
4 Piştî têkilatiya cinsî bi seetekê menî parçe parçe diherike, divê ez çi bikim? 15.06.15 1.083
5 Gava meriv bi cenabetî li nivîna xwe razê û piştî rakirina xuslê dîsa lê rakeve ma careke din xusul lazim dike? 17.04.15 1.282
6 Ma ramûsan xuslê lazim dike? 17.06.15 1.119
7 Destdana kesê bi cenabet, kincan nepak dike? 19.04.15 1.215
8 Di munasebeta cinsî de kengî xusul lazim dike? 23.06.15 1.220
9 Di rakirina xuslê de gelo şûştina qulên guharan jî şert e? 20.04.15 1.247
10 Ma divê meriv çend gavan bimeşe û piştre xusla xwe rake? 28.06.15 1.124
11 Meriv heta kengî dikare bi cenabet bisekine? 21.04.15 1.138
12 Ma pîrek dê çawa xusla xwe rakin? 01.07.15 1.185
13 Kesê xusla xwe ranekiribe û miribe, rast e ku dê di dojehê de bişewite? 24.04.15 1.128
14 Gelo ji mêr û jinê divê kîjan berê xusla xwe rake? 02.07.15 1.124
15 Mislimanên ku limêj nakin, ma divê ku ew jî xusla xwe rakin? 26.04.15 1.211
16 Piştî ku xwînmeha pîrekê biqede, ma dikare bi zilamê re rakeve yan divê berê xusla xwe rake? 03.07.15 1.217
17 Meriv çawa xuslê ji ser xwe radike? 24.03.15 1.351
18 Piştî muayena jinekolojiyê ma lazim e ku pîrek xusla xwe rakin? 28.04.15 1.276
19 Eger piştî xuslê cihekî ziwa ji bedenê mabe divê meriv çi bike? 06.07.15 1.146
20 Niyeta xuslê çawa tê anîn? 26.03.15 1.301
21 Piştî tedawiya bo çêbûna zarokan ma divê ku pîrek xusla xwe rakin? 30.04.15 1.103
22 Qirêja ku ji guhan derdikeve ma xuslê betal dike? 07.07.15 1.160
23 Meriv dikare bi rakirina xuslê bi tenê limêj bike, an divê meriv desmêj jî bigire? 28.03.15 1.333
24 Pîreka ku li cem doktorê zilam muayene bibe, ma lazim e ku xusla xwe rake? 29.05.15 1.283
25 Ma rast e ku bi dîtina avê teyemum betal dibe? 12.07.15 1.219
26 Dagirtina diranan, ma dibe asteng bo rakirina xuslê? 29.03.15 1.197
27 Nexweşê ku tedawiya radyoterapiyê dibîne, ji dêla xuslê ma dibe ku teyemum bigire? 30.05.15 1.400
28 Ma dîn jî xusla xwe radikin? 14.07.15 1.338
29 Ma meriv di serşokê de zêde bimîne guneh e? 31.03.15 1.292
30 Ez nexweş im. Heta ji nexweşiya xwe baş bibim ma ez dikarim xwe neşûm? 03.06.15 1.214
31 Ma menî, mezî û wedî çi ne? 01.04.15 1.390
32 Bikaranîna bandên akupunkturê gelo dibe asteng bo rakirina xuslê? 08.06.15 1.183
33 Ma xusul kengî li ser meriv ferz dibe? 09.04.15 1.153
34 Li malên ku ava germ lê tune ye, mesela desmêj û xuslê dê çawa bê çareserkirin? 11.06.15 1.194
35 Tê gotin ku di binê her mûyekî de cenabet heye. Gelo ev rast e? 10.04.15 1.189
36 Di rewşên ku em nikarin xwe bişûn de ma dibe em teyemum bigirin? 13.06.15 1.114