Fetwayen Kurdi
Destdana kesê bi cenabet, kincan nepak dike?

Destdana kesê bi cenabet, kincan nepak dike?

Pirs: Kesê bi cenabet dema destê xwe bide kincê meriv, ma divê ku ew kinc jî were şûştin?

Bersiv: Cenabetî ne pîsîtiyek e “madî” ye, belbî nepaqijiyeke “manewî”ye ku dibe asteng bo kirina limêjê. Ji ber vê yekê ye ku destdana kesê bi cenabet, kincan pîs nake. Ango hewcedarî bi şûştinê tune ye.

Her wiha di dema cenabetiyê de xwarin an jî amadekirina xwarinê jî ne tiştekî qedexe ye.